GIRÊ SPÎ – Di dîmenên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) kişandin de hat dîtin ku çawa TSK herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêdike hedef û bombe li nokteyên cuda yên Navenda Girê Spî dikevin xwar.
Operasyona ku TSK'ê di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin diroja duyemîn de didome. TSK du rojin bê navberh herêma seranserî sînor bombe dike. Di dîmenên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) kişandin de hat ditin ku yekîneyên TSK'ê çawa herêma wargehên jiyanê bombe dike. ANHA dîmenên ku TSK wargehên jişanê yên Girê Spî bombe dike parve kir. Dîsa ji ber TSK navenda Qamişlo bombe dike welatî jiyana xwe ji dest didin. TSK Taxa Qidûrbekê bombe kir. Di bombebaranê de Beşîra Mihemed Kebûş jiyana xwe ji dest da.
Gundên navbera navçeyên Girkê Legê û Çil Axa yên Qamişlo jî dibin hedef. Di êrîşan de Sozdar Biro (30) birîndar bû.
GUNDÊ DÊRNA AXÊ BOMBE KIRIN
Piştî biryara operasyonê TSK 24 saetin herêmê bi tang û topan bombebaran dike. TSK, bê navber gundê herî mezin ê Cizîrê Dêrna Axê yê dikeve bakurê navçeya Çil Axa bi dijwarî topbaran dikin. Dêrna Axê mezintirîn gundên herêma Cizîrê ji zêdeyî du hezar malbatî pêk tê. QSD‘ê duh qereqola TSK'ê ya li hemberi gund rûxandibû.