MÊRDÎN - Li Mêrdîn û navçeyên wê binçavkirin zêde dibin. Di operasyona li dijî rêveberên HDP’ê û endamên meclîsê de, hejmara kesên hatin binçavkirin derket 21’an û derbarê hin kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Piştî operasyon û êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mêrdîn û navçeyê wê jî, li dijî rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Polîsan di saetên serê sibê de li Mêrdîn û navçeyên wê dest bi operasyonê kirin, rêveber û endamên meclîsê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, 21 kes binçav kirin.
Dîsa, derbarê hin kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
HEVŞAREDAR JÎ HAT BINÇAVKIRIN
Navê kesên hatin binçavkirin wihan e: “Hevşaredare HDP’ê yê Dêrikê Şerîf Kiran, Endamê Meclîsa Şaredariya Artûklû M. Alî Amal, Endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Hasîp Ozdemîr û Halîl Yagin, Endama Meclîsa Şaredariya Stewrê Derya Akyol, Endamê Şaredariya Kerboranê ÎsmaÎl Kaya, rêveberên HDP’ê Huseyîn Alper, Felemez Ozgun û Ferîdun Dînç, Hamza Arman, Abidin Unay, Derya Eser, Ayten Esmes, M. Alî Aytug, Ahmet Demir, Şemsettin Duman û navê 5 kesan jî nehat zanîn
Li aliyê din, hat diyar kirin ku polîs li ber avahiya Rêxistinê ya HDP’ê ya Bajêr rawestiyan e, wêneyên kesên dikevin avahiya partiyê û jê derdikevin dikêşin û li gorî lîsteya di destê wan de hinek kesên din jî binçav kirin.