RIHA – TSK bi awayek dijwar rojavayê Serêkaniyê û Kobanê bi obusan bombebaran dike.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wê bi awayek dijwar derdora bajarê Serêkaniya Rojava bi obus, top û fuzeyan bombebaran dike. Ji duh ve li gundên Til Xelef û Elok ên dikevin rojavayê Serêkaniyê bombebaran kêliyek jî nesekiniye. TSK û OSO xwestin li vê herêmê bikevin hundir lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiv dan û pevçûnên dijwar diqewimin.
Her wiha li bajêr OSO’yên di şaneyan de dest bi êrîşan kirin û xwestin ser rêya Silûkê bibirin lê hat zan3in ku êrîşên wan hatine şikestin. Hat ragihandin ku di pevçûnê de gelek endamên OSO’yê hatin kuştin.
KOBANÊ
Gundê Zaret û Aşmê yên 40 kîlometre dikevin rojavayê Kobanê ji dûh ve tên bombebarankirin. Êrîş dirêjî gundên Siftek û girê Zorava yên dikevin rojavayê Kobanê jî bûn. TSK ji gundê Karaca yê Pirsûsê bi obûsan êrîşî ser gundên Kobanê dike.