DÊRIK - Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD), li Gundê Qesir Dîp ê Dêrikê balafireke keşfê ya TSK'ê xist xwar.
Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên QSD’ê balafireke keşfê ya Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) a li ser gundê Qesir Dîb ê girêdayî herêma Dêrikê digeriya, xist xwarê. Hat diyarkirin ku balafir piştî derb xwar li ser xetê ket xwar.