STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên PKK'î yên li Îmraliyê ji bo hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bira Mehmet Ocalan û xwişk Fatma Ocalan, ji bo roja duşemê li Girtîgeha tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbatên girtiyên PKK'î Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, malbata Omer Hayri Konar birayê wî Ali Konar û malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.