SILÊMANÎ-HEWLER - Li Silêmanî û Hewlerê bi hezaran welati li dijî şerê ku TSK'ê di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, daketin qadan û meşiyan.
Bi hezaran welatiyên Silêmaniyê û Hewlerê li dijî şerê ku TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin, daketin qadan û dimeşin. Li Silêmaniyê bi beşdariya hezaran kes, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên liser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, dimeşin. Di meşê de dilsoziya bi berxwedana şervanên QSD’ê re tê ziman. Meşa ji aliyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ve hat organîzekirin, li Kolan Salim (Saholeke) destpê kir. Jin, ciwan, mamoste, siyasetmedar, rêveberên partî û rêxistinan jî di nav de bi hezaran şêniyên Silêmaniyê tevlî meşê dibin. Di meşê de alên QSD, YPG/YPJ û Herêma Kurdistanê hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana QSD”, “Serkeftin bo Rojava”, “têkoşan bo Rojava”, “Yeke yeke gelê Kurd yek e”, “terorîst Erdogan” berz dikin. Meş wê heta Baxê Giştî dom bike û li vir daxuyanî bê dayîn.
BI HEZARAN WELATÎ LI HEWLERÊ DIMEŞIN
Li Hewlêrê jî li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîşên TSK'ê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya, "Terorîst Erdogan" meşiyan. Çalakiyê di saet 14.30'an de bi beşdarbûna gelek kesan destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Terorîst Erdogan" û "Na ji bo komkujiyî û qetilkirina Rojavayê Kurdistanê" berz kirin. Ji hemû beşên civakê beşdarî çalakiyê bûn. Bi taybet astengdarên Herêma Kurdistanê li pêşiya çalakiyê bûn. Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê daxuyanî dan û daxwazên xwe pêşkêşî NY'ê kirin.