ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê, 11 xwendekarên xwestin bi boneya salvegera Komkujiya Enqerê daxuyanî bidin hatin binçavkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê, bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Enqerê xwestin li xwaringeha Hejmara 1 a Zanîngeha 1 daxuyanî bidin. Lê yekîneyên ewlekariyê yên taybet destûr nedan daxuyaniya xwendekaran. Di pevçûna derket de, polîsan 11 xwendekar binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şaxa Ewlehiyê.
Navê xwendekarên hatin binçavkirin wiha ne; “Hasan Benlî, Alî Çadirci, Mehmet Kasar, Guney Mengen, Alî Denîz Esen, Meryem Yildirim, Egemen Ulucan, Pinar Usta, Zelal Demîr, Îrem Çelîkbaş, Melodî Zengîn û Zelal Baydemîr.”