STENBOL- Rêxistinên Ciwanan 103 kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de li Enqereyê hatin kuştin bibîr anîn û diyar kirin ku wan ji bîr nekiriye û wê kujeran efû nekin.
Endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Hêzên Yekîtiya Şoreşger (Dev-Güç) û Komeleyên Ciwanên Şoreşger (DGD) û gelek komeleyên din, 103 kesên di 10'ê Cotmehê de li GAR'a Enqereyê hatin kuştin bibîr anîn. Nûnerên Rêxistinên Ciwanan li Qada Beyazit a Stenbolê kom bûn û pankarta "Ciwan dê hesabê komkujî û kujeran bipirse. Ji bo 10'ê Cotmehê edalet" vekirin û dirûşmeyên "10'ê Cotmehê ji bîr neke nede ji bîr kirin" berz kirin. Li ser navê rêxistinên ciwanan Endama Komeleya Ciwanên Şoreşger (DGD) Buşra Islak daxuyanî xwend û wiha got: "Di ser komkujiyê re ne 4 sal, 4 hezar sal derbas bibin jî me hevalên xwe ji bîr nakin û emê hesabê wê bipirsin. DAIŞ'ê ku ji destpêkê de dewlet piştgiriyê dide wan, li gelek welatên cîhanê komkujî li dar xistin. Li Pirsûs, Amed, Enqere û Dîlokê komkujî kirin. Ji bo aştî û biratiyê ji holê rakin û hestên nijadperet pêş bixin DAIŞ'ê geş dikin. Em wekî ciwanên Şoreşger ên li ser vê axê têdikoşin, me ne qatil ji bîr kirin û em ne wan efû dikin. Em dizanin wekî 10'ê Cotmehê em ê li kolanan li ber xwe bidin û emê bi ser bikevin. "
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî Dîcle Delî yê di 10'ê Cotmehê de hat kuştin, li Goristana Sîlîvrikapi ya Zeytînbûrnu bibîr anî. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku ewê dest ji têkoşîna ji bo ked û demokrasiyê bernedin û her tekoşîna xwe berdewam bikin."