NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girê Spî wesayîtek sivîl ku bû hedefa êrîşên TSK'ê dayik û bav jiyana xwe ji dest dan û zarokê wan 9 salî birîndar bû.
Êrîşên Tiriyê yên li dijî bajarên Rojava di roja duyemîn de dewam dike. Topbaran û bomberana dijwar a li dijî bajarê Girê Spî didome. Êrîş li dijî cih û warên welatiyan ên li Girê Spî zêde dibin. Di êrîşan de welatî jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.
Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nayên bi destxistin. Nûçeyên derbarê kuştin û birîndaran ku ji herêmê tên didomin.
MALBATÊ BÛ HEDEFA ÊRÎŞÊ
Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ragihand ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li gundê Metlkalta Girê Spî êrîşî wesayîtek sivîl kir û di êrîşê de Rebîa Îsmaîl û Mihemed Hac Qadir yên hevjînên hev jiyana xwe ji dest dan û kurê wan 9 salî Rêzan Îsmaîl jî birîndar bû.
HAYA WÎ HÊJ JI KUŞTINÊ ÇÊNEBÛYE
Hat ragihandin ku Rêzanê biçûk rakirine Nexweşxaneya Minbicê û tê tedawîkirin. Hat zanîn ku haya Rêzanê biçûk ji kuştina dayik û bavê wî tune ye.