NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya navneteweyî, KENY, welatên ereb, rêxistinên mafê mirovan û saziyên çapameniyê kir û ji wan xwest ku peywirên xwe yên mirovê bi cih bînin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê dîroka destpêkirina êrîşa hat bibîrxistin û hat diyarkirin ku di encam êrîşên hovane de hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest daye, bi dehan jî birîndar bûne û li Qamişlo, Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê mizgeft hatine bombebarankirin. Di berdewama daxuyaniyê de êrîşa Tirkiyeyê weke "êrîşên dagirkirinê" hat nirxandin û hat destnîşankirin ji ber êrîşên Tirkiyeyê xesareke mezin gihîştiye deverên sivîlan û berxwedana gelên herêmê didome.
Rêveberiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li qada navneteweyî kir: "Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên bi armanca veguhartina demografiyê tên kirin, şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), welatên ereb, rêxistinên mafê mirovan û saziyên çapameniyê dikin û ji wan dixwazin ku peywirên xwe yên mirovê bi cih bînin."