RIHA - Bi operasyona duh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir re, cih û warên welatiyên ser xeta sînor veguherîn qada şer. Bi sedan kes, ji ber fikar û gumanan neçar man ku malên xwe terk bikin û yên paşve man jî, diyar kirin ku ew ji bop “qurbaniyê” hatine hilbijartin û bertek nîşanî operasyonê dan.
Bi operasyon û êrîşên duh ên li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest pê kirin re, bajar û gundên ser xeta sînorê veguherin qada şer û agir. TSK’ê duh heya derengiya şevê navenda Serêkaniyê da ber top û hewanan.
Welatiyên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dijîn ku dikeve pêşberî Serêkaniyê yê Sûriyeyê ji êrîşan bi bandor bûn. ji ber guleya balafirkuj a hîna jî nayê zanîn ji ku ve hat a ket Taxa Cumhuriyetê, 2 zarok birîndar bûn. Zarokên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, tedawiya wan dewam bike.
Walitiya Rihayê ji ber operasyona li ser xeta sînor, duh hin herêmên ser sînor weke “Herêma Ewlekariya Taybet” îlan kir. Welatiyên navçe û gundên ser sînor dijîn, ji ber operasyon û êrîşan, dest bi koçberiyê kirin. Hema bêje nivî navçeyê hatiye vale kirin. Polîs û leşkeran jî, malên nêzî sînor vale kirin.
Ji ber koçberiyê, îro bajar veguherî “Bajarê xeyaliyê.” Li navçeyê hemû deriyên kargehan girtî, liv û tevgera leşker û polîsan pir zêde ye. Bi 55 maşîneyên zirxî û doçka lê barkirî OSO anîn navçeyê. OSO’iyî bi maşîneyên zirxî sewqî rojhilatê herêmê hatin kirin.
'JI BO QÛRBANIYÊ EM HATIN HILBIJARTIN’
Welatiyên hîna li navçeyê dijîn, ji bo operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew weke qûrban hatine hilbijartin.
Welatiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin, bi van gotinan bertek nîşan dan: “Niha çekên herî giran, tank û topan li navenda bajêr bi cih dikin. Ji vê derê êrîş dikin. Ger hûn bi tank û topan êrîşî wan bikî, ewê jî êrîş bikin. Dema rewş wisan dibe jî, rewşa sivîl dike xeteriyê. Hikumetê bi zanebûn vê yekê dike. Em ji Serêkaniyêne. Ji bo qurbaniyê em hilbijartine.”
KANIYA XEZALAN
Li navçeya Kaniya Xezalan a li pêşberî Girê Spî jî heman rewş tê jiyîn. Mîna Serêkaniyê, tabloya li Kaniya Xezalan jî eyniye. Li navçeyê dibistan hatin taloq kirin û anonsên ne derketin derve tên kirin. Kargehên nêzî xeta sînor jî hemû hatine girtin. Destûr nayê dayîn ku kes nêzî xeta sînor bibin.
PIRSÛS – BÊRECÛK
Li navçeya Pirsûs a li ser sînor jî gel dinava tirs û fikaran dene. Dibistanên navçeyê ji bo du rojan hatin taloqkirin. Li gorî agahiyan, muxtarên gundên Mehser, Etmanek, Dewşen, Mizaynter, Kersan û Boydê jî ferman dane ku di êrîşek biçûk de jî malên xwe terk bikin. Li taxa Cengok a nêzî sînor jî, sewqiyeta leşkerî ya zêde heye.
Gundên Eşme û Ziyaret ên navçeya Bêrecûkê jî, ji ber êrîş û operasyonê hatine valekirin. Hat diyar kirin ku leşkerên li herêmê birîndar dibin, bi helîkopteran tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê. Hat zanîn ku ji ber tijebûna nexweşxaneyê, welatiyên diçin nexweşxanê nayin derman kirin.