NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan qurbaniyên 10'ê Cotmehê bi daxuyaniyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga aştiyê hat kirin.
Li navçe û bajarên mîna Îzmîr, Stenbol, Edene, Mersîn, Dersim û Îskenderûnê qurbaniyên 10'ê Cotmehê bi daxuyaniyan hatin bibîranîn. Xizmên qurbaniyan, sendîka û partiyên siyasî yên mîna DÎSK, KESK, TTB, TMMOB, HDP, EMEP, ESP, SYKP, ODP û CHP'ê tevlî merasîmên bîranînan bûn. Di bîranînan de hat xwestin ku kûjerên qurbaniyan bên cezakirin û li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga aştiyê hat kirin.