HEWLÊR - 14 partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn û biryara lidarxistina rêze çalakiyên girseyî dan.
Li ser banga Hizba Şûî ya Kurdistanê li Hewlêrê, 14 partiyên Kurdistanî li dijî êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrieyê kom bûn û çend biryarên girîng girtin. Encama civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate eşkere kirin. Sekreterê Komîteya Parêzgeha Hewlêrê ya Hizba Şûî ehmed Şêrwanî daxuyanî da û wiha got: “Me biryar da roja Şemiyê (12 cotmeh) saet 10.00 hemû aliyên beşdarê civînê îro bûne, xwepêşandaneke girseyî I ber Nûneritya Neteweyên yekbûyî lidar bixin.”
Şêrwanî diyar kir wê çalakiyên wan yên medenî berdewam bin û wê piştgiriyê bidin çalakiya îro, divê li ber NY pêkwere bikin. Şêrwanî, anî ziman ku di civînê de hatiye pêşniyar kirin ku alîkarî û hevkariya madî ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê were kom kirin. Partiyên Beşdarê Civînê bûne wiha ne; YNK, PDK, Zehmetkêşan, Tevgera Goran, Hizba Sosyalîst, Hizba Şûî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymaniya Nîştîmanî, Bizûtnaweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteyî ya Dmorkatîk a Kuridstanê, Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê, Hizba Bît Nehrîn, Rêxistina Keldanî û Aşûriyan, Hizba Şûî ya Kurdistanê-Enkawe.