STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko bal kişand ser îtîrafên Reza Zarrab yên der barê Wezîrên AKP'ê de û wiha got: "Li serdema ku bi milyonan welatî betal in û li benda kar in, bacên welatiyan ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj xerç kirine. Ger ku kesên Zarrab navê wan dibêje ruşwet xwaribin, îxaneta herî mezin e.
Darizandina Karsaz Reza Zarrab ê welatiyê Tirkiye yê Îranî û Cîgirê Midûrê Halkbankê ya Tirkiye Mehmet Hakan Atilla li DYA'yê didome. Zerrab wekî şahid îfade dide. Heta niha ligelek kesan mikur hat ku bertîl xwarine. Di nava van kesên bertîl xwarine de gelek wezîr û rêveberên AKP'ê hene. Zarrab got "Min 40-50 milyon bertîl da Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan." Têkildarî darizanidê û wekilên der barê wan de îfade hat dayîn de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko wiha got: "Li serdema ku bi milyonan welatî betal in û li benda kar in, bacên welatiyan ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj xerç kirine. Ger ku kesên Zarrab navê wan dibêje ruşwet xwaribin, îxaneta herî mezin e. Ji bo rastiya van îdîayan bê lêkolînkirin divê komîsyona lêkolînê li meclîsê bê avakirin. Ji ber ku di serdema 17-25'ê kanûna 2013'an de wezîr Zafer Çaglayan û Egemen Bagiş nehatin darizandin îro ev îdîayên bertîlên ji nûve tên niqaşkirin. Partiyên muxalif xwestibûn nelirêtiya 17-25'ê kanûnê bê lêkolînkirin. Lê Qesrê mudaxaleyî vê yekê kiribû. Ger ku wê demê li dadgeha bilind hatibûna darizandin dê îro ev pêk nehata. Her roj em bi nelirêtiyên nû û bertîlên nû hişyar dibin. Em sibehekê jî bi Şoka Malta yê hişyar bûn.
Li Tirkiye her roj meaşê karker, kedkaran kêm dibe, bac zêde dibe. Lê hemû bacên ku ji karker û kedkaran tê stendin ji bo berjewendiyên van kesan tên xerçkirin. Niha dîsa zem li ser zemê tê kirin. Betalî zêde dibe. Sînorê birçîbûnê roj bi roj zêdetir dibe, Lê tevî vê yekê welatî neçarin baca xwe bidin. Li aliyekî karker tevî hemû xizanî û betaliyê baca xwe didin, li aliyê din Serokwezîr û malbata wî bacê ji Tirkiye direvînin. Hemû mesrefa wan li ser pişta karker û welatiyan e. "
Beko, bang li partiyên muxalif yên li meclîsê jî kir û wiha got: "Karker tevî ku debara xwe bi hezar û 404 tl dikin, baca xwe bêyî taloq bikin didin. Erka xwe ya li hemberî dewletê didin. Ger ku îdîayên Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yên der barê xizmên Serokomar Erdogan de rast bin, divê Serokomar, Serokwezîr û wezîrên nêzî wî tev îstîfa bikin. Divê yê vî sûcî ronî bike û hesap bipirse daraza Tirkiye ya serbixwe be. Ev berpirsiyariya daraza Tirkiye ya serbixwe ye.
Em bang li muxalefeta civakî ji dikin û dibêjin, ger em dixwazin bi serbilindî û bi rûmet bijîn wê demê divê em li dijî nelirêtî, bertîl û diziyê dengê xwe bilind bikin.