KOCAELÎ - Bijîjk Î.E.Ş. ku zarokê 14 salî R.O. li navçeya Gebzeyê îstîsmar kir, li dadgeha ku derketê bi serbestiya venihartî hat berdan.
Di 8'ê Cotmehê de li navçeya Gebzeyê ya Kocaelî zarokê 14 salî R.O. ku ji bo tedawiya diranê xwe çûbû Nexweşxaneya Diranan a Taybet a Şîmşekentê, rastî îstîstmara zayendî ya bijîjk Î.E.Ş. Piştî ku R.O. rewşê ji malbata xwe re vegotibû bijîjk Î.E.Ş. hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirin bijîjk Î.E.Ş. li dadgeha ku derketê, bi serbestiya venihartî hat berdan. Malbata R.O. biryara dadgehê îtîraz kir û bi hinceta ku darizandineke adîl pêk nehatiye dê rewşê bi Platforma Jinan a Gebzeyê bîne rojevê.