STENBOL – Gerînendeya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin Eren Keskîn ji ber dozên lê hatin vekirin, dadgehan heta îro 355 hezar 920 lîre ceza lê birî. Ji vî cezayî 105 hezar û 920 TL hatiye erêkirin. Keskîn got ku ew ê li hember van cezayan “bêdeng” nemîne.
Rojnameya Ozgur Gundem bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin. Ji ber ku Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û parêzer Eren Keskîn Gerîndetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê dikir heta niha 105 hazar û 920 lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Bi piraniya cezayan bi hinceta “Heqaret li Serokomar hatiye kirin” hatin erêkirin. Di rojên derbasbûyî de 7 hezar lîre pereyên din jî ceza dan Keskîn. Duh jî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê 50 hezar TL li Keskîn hat birîn.
Keskîn cezayê lê hatin birîn nirxand û got: “Dixwazin me bi van cezayan bitirsînin. Armanca wan desteserkirina azadiya çapemeniyê ye. Armanca duyemîn jî ew e dixwazin muxalîf Tirkiyeyê biterikînin û ji vir biçin.”
‘LÊ EM BÊDENG NABIN’
Keskîn da zanîn ku wê 3 salan gerînendetiya Ozgur Gundemê kiriye û wiha dewam kir: “Ji ber ku ez parêzer bûm min her tim bi aktîfê vê peywîrê nekir. Ez wek dildarek bûm gerînende û navê min lê hat nivîsandin. Ev piştgirî bi temamî ji bo rojnameyê bû. Rojnameya li ser axa ya ku herî zêde zext û zordarî lê hatiye kirin. Bi vê boneyê min xwest ez piştgiriyê bidim rojnameyê.” Keskîn anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de qet doz nehatine vekirin û got: “Lê piştî pêvajoya aştî û çareseriyê hema bêje li hemû hejmarên rojnameyê doz hatiye vekirin.”
‘DÊ CEZA BIRÎN BIDOME’
Keskîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha der barê min de 143 doz hatine vekirin. Li Dadgeha Bilind cezayê 250 TL pere û 5 sal cezayê girtîgehê li benda erêkirinê ye. Ji bilî vê yekê jî 105 hezar TL ceza li min hat birîn. Her wiha gelek dosyeyên ku dê cezayên pereyan bên birîn didomin. Dê ev hemû bi encam bibin. Dixwazin hemû dengên muxalîf qut û bêdeng bikin. Lê em ê bêdeng nebin. Ji 20 salan zêdetir e ez di nav tevgera mafê mirovan de dixebitim û her tim jî tînim ziman ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî bên çareserkirin. Ez vê daxwazê hêj bînim ziman.”
‘GULEYA LI DÎROKÊ REŞANDIN Û CEZAYÊ DAN ME HEMANIN’
Keskîn da zanîn ku di navberan salên 1994 û 2004’an rastî êrîşa bi çêkê hat û wiha berdewam kir: “Ji salên 90’î û vir ve di heman rêbazan dixwazin me hemûyan bêdeng bikin. Di her serdemê de awayên êrîşan hatin guhertin. Bêguman guleya li Tahîr hat reşandin û cezayê ji bo me hat dayîn heman hişmendiye. Ger mirov kurd û li çareseriyek siyasî bigere, mirov azad naber. An mirovê nejî, yan jî divê li girtîgehê de be. Tiştekê wiha dixwazin. Lê wekî min got di rojên dawî de em rojên herî tarî dijîn. Serdema Torosên Spî yên hikûmeta salên 90’î bi dawî bû, weke dewam wê serdemê Tahîr Elçî hat kuştin. Di salên 90’î bêmafiyên li ser qada azadiyê zêdebûn û heya roja îro hebûna xwe diparêze. Tu ferq dinavbera hişmendiya salên 90’î û roja îro de tuneye.”
‘DÊ CEZAYÊN GIRTÎGEHÊ JÎ BÊN ERÊKIRIN ’
Keskîn, kampanyayha ÎHA û Weqfa Mafê Mirovan a ji bo wê dan destpêkirin jî nirxand û wiha domand: “Weqfa Mafê Mirovan û ÎHD’ê cezayên pare bi taksîtan didin. Dê çiqas bên dayîn ez nizanim. Hêzeke min a van pareyan bidim tuneye. Lê cezayên girtîgehê piştî demekê dê diyar bibin. Derbarê min de heta bêje cezayê girtîgehê tê xwestin. Ez rakevim. Li girtîgehê mirov hene. Li wir mirov têkoşîna xwe didomîn in. Fikara min a herî mezin dayîka mine. Gelek pîr bûye û divê kesek li wê mêze bike. Mirovên wiha pirîn, ez tenê wan difikirim. Nexwe gelek mirov di girtîgehan de dijîn. Ez jî mîna yek ji wan dikim di girtîgehê de jiyana xwe bidomîn in.”
Cezayên ji bo Keskîn hatin dayîn û hatin erêkirin wihane:
"*Biryara 2’yemîn a Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê ku li Daîreya Cezayê 15’emîn a Dadgeha Edli ya Herêmî ya Stanbolê hat erêkirin, cezayê 41 hezar û 660 TL pare hat dayîn.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da û ev ceza veguherand cezayê 7 hezar TL pare. Dadgeha Edliya Herêmê ya Stenbolê ev ceza erê kir.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da û ev ceza veguherand cezayê 7 hezar TL pare. Dadgeha Edliya Herêmê ya Stenbolê ev ceza erê kir.
*14’emîn Dadgeha Cazayê Giran a Stanbolê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da û ev ceza veguherand cezayê 7 hezar TL pare. Dadgeha Edliya Herêmê ya Stenbolê ev ceza erê kir.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê 5 meh cezayê girtîgehê birî û ev ceza veguhert cezayê 3 hezar TL pare.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê cezayê 2 hezar û 180 TL pare da û ev ceza hat erêkirin.
*14’emîn Dadgeha Cazayê Giran a Stanbolê, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Keskîn birî û ev ceza veguhert cezayê 7 her TL pare. Dadgeha Edliya Herêmê ya Stenbolê ev ceza erê kir.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 5 meh cezayê girtîgehê da Keskîn û ev cezayê girtîgehê veguhert cezayê 3 hezar TL pare.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roja cezayê girtîgehê da û ev ceza vegurte cezayê 7 hezar TL pare.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roja cezayê girtîgehê da û ev ceza vegurte cezayê 7 hezar TL pare.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roja cezayê girtîgehê da û ev ceza vegurte cezayê 7 hezar TL pare.
*2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê, 11 meh û 20 roja cezayê girtîgehê da û ev ceza vegurte cezayê 7 hezar TL pare.
*Di heman demê de 2’yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Stenbolê ji 11 dosyeyan bi giştî cezayê 250 hezar TL pare daye Keskîn û ev dosya li Dadgeha Bilind li benda erêkirinê ne.”
MA / Sadiye Eser