NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamentoya Ewrûpayê di civîna çapemeniyê de axivî. Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên Tirkiyê bên rawestandin û Tirkiye were cezakirin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamentoya Ewrûpayê di civîna çapemeniyê de axivî. Ehmed civînê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava derkevin û bi berpirsyarî tevbigere.
Ehmed diyar kir ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de 11 hezar şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 25 hezaran kes jî birîndar bûne û got: "Dibe ku DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike."
Ehmed da zanîn ku Amerîka pişt sozên xwe nesekiniye û bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û wiha got: "Pêwîste hêzên navnetewî herêma li firîna balafirên şer qedexe bike û ji ber ku hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û Sûriyeyiyan koçber dike Tirkiyeyê ceza bike."
Ehmed anî ziman ku pêwîstî bi "çalakiya lezgîn" heye û ew ji nerazîbûnan kêfxweş in, lê belê divê bê kirin ku Tirkiye xwe vekişîne û danekirin lê bê ferzkirin. Ehmed got: "Divê Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê cezakirin."
Ehmed da zanîn ku divê rejîma Sûriyeyê li dijî êrîşa Tirkiyê helwesteke eşkere nîşan bide.
Hevserokê MSD'ê Riyad Derar jî di civînê de axivî. Derar anî ziman ku DAÎŞ'iyên girtî gelekî metirsîdar in û dibe ku li girtîgehê serî hildin, lewma pêwîstiya wan hin bêhtir bi piştevaniyê heye.