NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), karwanê sivîlên Reqayê ku berê xwe didin Girê Spî da ku tevlî çalakiyên mertalên zindî bibin, topbaran kir. Di encamê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Şêniyên Reqayê bi karwanekî mezin ji bajarê Reqayê derketin û berê xwe dan bajarê Girê Spî da ku tevlî çalakiya mertalên zindî bibin. Li gorî nûçeya ANHA'yê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di rê de sivîl kir armanc, li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.