STENBOL - Lîjneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û banga bilindkirina dengê aştiyê kir.
Lîjneya Rêveberiya Weqfa Aştiyê, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Hat diyarkirin ku şerê Sûriyeyê yê ku 9 sal in didome bi êrîşê ketiye asteke din û ev tişt hat gotin: "Tirkiye ketiye dema xwe ya zor û zehmet. Civak bi guman e. Ji aliyê dewletên herêmê ve daxuyaniyên xemginiyê û bangên aramiyê tên kirin. Mudaxaleya leşkerî dê sal in dûr û dirêj li ber dijminiya bi cîranên me re veke. Bi vê yekê di navebera gelên qedîm ên kurd, ereb û tirk de hestên dijminane ava bibe. Jixwe şer mirin û hilweşandine. Di dîrokê de tu demê şer pirsgirêkan bi awayekî mayîn de çareser nekiriye. Ji bo çareseriyê li şûna avakirina 'Herêma Ewle' divê serî li diyalogê bê dayîn û aştî bê tercîhkirin. Em tev bi hev re dengê aştiyê bilind bikin."