AMED - Polîsan destûr nedan ku Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Kolana Lîsê ya Amedê bê lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê û welatiyan li ser vê yekê xwestin li ber Avahiya HDP’ê ya Bajêr daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê rastî mudaxileya polîsan a bi cop û ava şid hatin. Parlamenter û endamên partiyê hatin derpkirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Walîtiya Amedê, îro bi hinceta ewlekariyê destûr neda Nobeta Demokrasiyê ya 23 rojin li dijî qeyûman li Kolan Lîsê ya pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Emdê (DBB) dewam dike, bê lidarxistin.
Parlementerên HDP’ê û welatiyên li Kolana Lîsê kom bûn, polîs destûr nedan wan ku derbasî qada çalakiyê bibin. HDP’î li ser vê yekê derbasî Avahiya HDP’ê ya Amedê bûn. Endamên partiyê û welatiyên li ber avahiya HDP’ê kom bûn, rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsan bi copan û ava şid êrîşî girseyê kirin. Di êrîşa polîsan de parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Dersim Dag, Musa Fariogûllarî û welatî hatin derpkirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Nûçegihanê me Fethî Balaban jî di dema şopandina nûçeyê de, rastû tundiya polîsan hat.
Welatiyên li derdora avahitya HDP’ê kom bûn, êrîşa polîsan şermezar kirin.