RIHA – Sewqiyata TSK’ê ber bi sînorên bajarên Rojava ve didome. Makîneyên kar û wesayîtên zirxî sewqî ser sînorê Kobanê hatin kirin.
Di çarçoveya êrîşên li dijî bajarên Rojava de sewqiyata eskerî ya Tirkiyê ya ser sînor didome. Gelek maşîneyên zirxî û makîneyên kar sewqî ser sînorê navbera Kobanê û Pirsûsê hatin kirin. Di hundirê wesayîtan de cebilxane tê veguheztin.
Li aliyê din li ser rêya bajarokê Elîgorê ya Pirsûsê cendirmeyan û li ser rêya têketina Pirsûsê jî polîsan nokteya lêgerînê danî. Li her du nokteyan jî wesayît tên rawestandin û lêgerînkirin û plakayên wesayîtan qeyd dikin.