MÊRDÎN - Polîsan Hevşaredarê Dêrikê Şerîf Kiran û endamên Meclisa şaredariyê yên HDP’î jî di navde herî kêm 9 kes binçav kirin.
Piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon hat destpêkirin, polîsan li navçeyên Derik û Qoserê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Navçeya Dêrikê Hevşaredarê Dêrikê Şerif Kiran, endamê Meclîsa şaredariya Qoserê Hasip Ozdemir û Halil Yagan, Endamê Meclîsa Şaredariya Stewrê Derya Akyol, endamê Meclisa Şaredariya Mîdyadê Mehmet Ali Atug, rêveberê HDP'ê yê Mêrdînê Abîdîn Unay û Ayten Esmez, Şemsettin Duman û Felemez Ozgun binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Mêrdînê.