WAN - Rojnamegere Nedîm Turfent, derbarê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê dadgehê ji bo wî birî û Dadgeha Bilind ev ceza qebûl kir de peyam şand û got: “Dadgeha Bilind bêhiqûqiya dewam dikir, erê kir.”
Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê li nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Nedîm Turfent ê li Wanê di 13’ê Gulana 2016’an de hat girtin, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîbû û ev cezayê Turfent ji aliyê 16’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû qebûlkirin. Turfent ê cezayê wî hat erêkirin, ji girtîgeha lê tê girtin peyam şand û diyar kir ku Dadgeha Bilind bêhiquqiya dewam dikir, erê kir
Turfent, di peyama şand de wiha got: “Bi biwêja dozger min ‘nûçeyên aciz kirinê’ çêkirin û ji bo vê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê l imin birîn. Dadgeha Bilind jî ev ceza qebûl û îmze avêt bine bihiqûqiyekê. Hezar û 247 rojin girtime. Gelo wê heya kengî DMME, temaşeyî van biryarên darazê bike. Dadgeha ku em darizandin, bi awayekê vekirî xebatên me yên rojnamegertiyê darizandin. Lê li aliyê din dibêjin rojnamegerên girtî nînin.”
'HÎNA JÎ AGAHIYA ME JI ÇÛKÊN DIFIRIN HEYE’!'
Turfent, da zanîn ku li Tirkiyeyê her tim bedel bi rojname- rojnamegeran hatiye dayîn û wiha got: “Dema ku ez li vî cezayê ji bo min hatiye dayîn mêze dikim, nûçeya min a dest pê kê ya ‘Hênê hêza Tirkan bibin’ ew aciz û nerehet kirin. Kesên ku me bi awayekê bêhiqûq û bêmaf di girtîgehan de digirin, bila baş zanibîn ku em rew rojnamegerên hîna jî çavên me vekirine, guhên me kunin û agahiya me ji çûkên digirin jî heye. Pirtûk, kovar û rojnameyên digihijin ber destên me, dibe sedem ku dilê me li qadên rojnamegeriyê lê bide.”
'MIN PIR BÊRIYA ÇÊKIRINA NÛÇEYAN KIRIYE’
Turfent, di dawiya peyama xwe de wiha got: “Di roja girtina xwe ya hezar û 247’an de, min dixwest ku meşek dirêj li nava xwezayê bikim û li gundên sînor bigerim. Min pir bêriya çêkirina nûçeyan kiriye. Ez ê van hemû bêrîkinên xwe hinek taloq bikim û ez dizanim ku rojên azad û edaletê nêzin. Ez spasiya dostên xwe yên kartek, nameyek û pirtûke ji min re şandin û piştevaniya xwe nîşan dan, dikim. Ez di wê hêviyê deme ku piştevaniya bê hûndir wê hîn zêdetir bê mezin kirin.”