KOBANÊ / SERÊKANIYÊ – Tirkiye seranaserî şevê gundên Kobanê bombebaran kir. Gundê Aşmê ku Tirbeya Suleyman Şah lê ye jî hat topbarankirin. Li Serêkaniyê jî pevçûnên dijwar diqewimin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li dijî Rojava êrîşan da destpêkirin, bi balafirên şer F-16 seranserî şevê gundan bombebaran kir. Piştî ku Wezareta Parastinê daxuyaniya “Tevgera bejahiyê dest pê kir” da bi obus û topan gundên Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bombebarankirin.
LI KOBANÊ BOMBEBARANDIN
TSK’ê bênavber gundên Siftek, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên dikevin rojavayê Kobanê hatin topbarankirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gundê Aşmê ku Tirbeya Suleyman Şah lê ye jî hatiye topbarankirin.
LI SERÊKANIYÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR
Gundê Til Xelef yê girêdayî Serêkaniyê tevahiya şevê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin. Eskerên tirk û OSO xwestin nîvê şevê bi ser gundên Til Xelef û Elûkê ve bikevin Serêkaniyê.
DAIŞ KET NAVA HEWLDANA ÊRÎŞAN
Endamên QSD’ê bersiv dan êrîşên TSK’ê û êrîşê şikandin. TSK vê carê xwest di ser gundê Alok de bikeve bajêr. Li ser vê hewldana TSK’ê ku dixwaze bikeve bajêr li gundê Um El Xêr jî endamên DAIŞ’ê xwest êrîşî xelkê bikin. Hêzên Ewlehiya Bajêr jî bersiv dan endamên DAIŞ’ê û li ser vê yekê pevçûnên dijwar rûdan. Pevçûnê demek dirêj dewam kir û 4 DAIŞ’î hatin kuştin.
Di navbera QSD û DAIŞ’ê de pevçûn dewam dike. TSK’ê li gundê Til Erqam û Azîziyê yên dikevin rojhilatê Serêkaniyê dîwaran rakir û xwest bikevin bajêr û li ser vê yekê pevçûnan rû da.
Li rojhilat û rojavayê Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin. Hat zanîn ku li mezra Miçê ya Serêkaniyê di pevçûna qewimiye de 5 endamên OSO hatine kuştin.