AMED - Piştî ku biryar hat dayîn kesên ji "Propagandayê rêxistinê" ceza xwarine ji serbestiya venihartî sûd werbigirin, mahkemeyek biryar da ku "Kesên li gel ku ne endamê rêxistinê ne li ser nava rêxistinê sûc kirine" jî ji serbestiya venihartî sûd werbigirin. Parêzer Sînan Can diyar kir ku biryar biryareke yekemîn e.
Piştî ku Dadgeha Bilind biryar da ku kesên ji "Propagandayê rêxistinê" ceza xwarine ji serbestiya venihartî sûd werbigirin, biryarek bi heman rengî ji bo "Kesên li gel ku ne endamê rêxistinê ne li ser nava rêxistinê sûc kirine" jî hat dayîn. 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Xarpêtê biryar da ku Sila Turkmen ku "Li gel ku ne endamê rêxistinê ye li ser nava rêxistinê sûc kiriye" ji serbestiya venihartî sûd werbigire. Ev biryara ji bo Turkmen ji bo kesên ku "Li gel ku ne endamê rêxistinê ne li ser nava rêxistinê sûc kirine" ceza xwarine bibe mînake.
BIRYARA YEKEMÎN
Parêzerê Turkmen, Sînan Can diyar kir ku Lîjneyên Çavdêriya Îdareyê xwe dixin şûna meqamên darazê û wiha got: "Bi biryarên Lîjneyên Çavdêriya Îdareyê daxwazên serbestiya venihartî yên gelek kesan tên redkirin. Heta niha kesên ji "Propagandayê rêxistinê" û "Piştgiriya rêxistinê" ceza xwarine biryara serbestiya venihartî dihar dayîn. Lê cara yekemîne ji bo kesên "li gel ku ne endamê rêxistinê ne li ser nava rêxistinê sûc kirine" ceza xwarine biryareke bi vî rengî tê dayîn. Her çiqas biryareke derengmayî be jî biryareke di cih de ye."
Turkmen bi hinceta ku di 2013'an de tevlî çalakiyeke civakî bûbû, bi angaşta ku "Li gel ku ne endamê rêxistinê ne li ser nava rêxistinê sûc kiriye" doz li hatibû vekirin û di 2017'an de ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 3 sal û mehek û 15 roj ceza li hatibû birîn û cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin."