* Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, bal kişandin ser krîza aborî û gotin, êdî me dev ji dersan berdaye em ketine etra debarê.
* Siyasetmedarên ku nerazîbûna xwe ya ji bo operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman, ji bo yekîtiyê bang li kurdan kirin.
* Ji kesên 53 roj in li dijî tayînkirina qeyûman di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de cih digirin, yek jê jî Şadiye Gunduz a 85 salî ye. Gunduz, her roj tev li çalakiyê dibe û ji bo beşdarbûna nobetê jî got: "Tu dibê qey daweta diya min e, ma ez jibo çi têm? Helbet ji bo aştiyê têm."
* Piştî Bendava Ilisûyê av girt, heta niha herî kêm 10 gund di bin avê de mane. Heskîfiyan bilêv kir ku dîrok li cihê cih bedew e û gotin, em naxwazin dev ji warê xwe berdin.
* Welatiyên Amedê, li dijî operasyona TSK'ê ya di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dest pê kirin, bertekên xwe anin ziman. Welatiyan diyar kirin ku Tirkiye hebûna Kurdan naxwaze û bi tunekirina Kurdan pirsgirêk çareser nabe.
* Li Bismilê, cotkarên ku dest bi paleyiya pembo kirin, diyar kirin ku fiyetê pembo ne wekî yê par e û gotin: "Eger wisa dewam bike ew ê dev ji çandiniya pembo berdin."
* Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û xwest her kes li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Li Sûriyeyê çareseriya herêmê bi aştî û diyaloga demokratîk pêkan e."
*Li Stenbol, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Îzmîrê, Mêrdîn, Enqerê û gelek navendên din, bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Enqerê 10’ê Cotmehê wê daxuyanî bên dayîn, kesên jiyana xwe ji dest dayîn bên bibîranîn û çalakiyên cur be cur bên li dar bixin. (10.00-19.00)
*Danişîna doza darizandina Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgr Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Aykol û Zane Kaya, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameyê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
*Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin, wê di roja 23’emîn de berdewam bike. (11.00-13.00)
*Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, wê derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Tirkiyeyê de li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê daxuyanî bi de çapemeniyê. (12.00)
*Komîteya ji DEV-GUÇ-SGDF, DGD û MFT’ê pêk tê, kesên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, wê li Beyazitê bi bîr bînin. (14.00)
*Jinên Ciwan ên Azad, di şexsê Emîne Bûlût de, wê li Beşiktaş û Kadikoyê komkujiya jinan şermezar bike û çalakiya deng derxistinê, li dar bixe. (18.00-19.30)
*Li Îzmîrê, Hêzên Ked û Demokrasî û malbatên 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 4’emîn Komkujiya 10’ê Cotmehê wê daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakiyên cur be cur li dar bixin. (10.00-21.30)