AMED - Li navçeya Navendî ya Sûrê qedexeya derketina kolanan 2 sal li pey xwe hişt. 2 salin xerakirina 6 taxên navçeya Sûrê berdewam dike. Ji ber xerakirinê welatî koçber bûn û xanî tev hatin xerakirin. Ji ber tev bi tevahî hatin xerakirin gelek keya bê tax û welatî man.
Di cîhanê de qedexeya derketina kolanan ya herî demdirêj li Navçeya Sûrê ya Amedê hat îlankirin. Li 6 taxên Sûrê ji 2'ê Kanûna 2015'an heta niha kedin û derketina taxê hatiye qedexekirin. Destûr nayê dayîn welatî têkevin taxê. Her çend gelek mal di êrîşa tang û topan de hatin xerakirin jî piştî operasyon û şer bi dawî bû jî qerakirina mal û taxan berdewam kir. Piştî şer bi dawî bû kepçe û dozer ketin nava taxan û xanî yek bi yek xera kirin. Gelek tax bi temamî hatin hilweşandin. Wêneyên ji ezman de hatin kişandin nîşan dide ku taxên hatin xerakirin li şûna wan zeviyek vala maye. Li navçeya Sûrê ku berê kolanên wê ji zarokan pir bi coş bû û hemû xaniyên dîrokî bûn, niha warekî vala û erdekî rast li holê male. Bi hezaran xanî hatin xerakirin û bi deh hezaran welatî bi zorê ji cih û warên xwe hatin koçkirin.
Piştî Lijneya Wezîran biryara “Îstîmlaqkirina lezgîn" girtin, li Sûrê gelek xanî û warên hatibûn tescîlkirin jî hatin xerakirin. Her çend UNESCO biryara parastina Sûrê dabû jî hikûmetê li biryarê guhdar nekir û dest bi xerakirinê kir. Keyayên taxên Lalebey û Cemal Yilmaz bal kişandin ser xerakirina taxan.
‘17 KOLAN BI TEVAHÎ HATIN XERAKIRIN'
Muxtarê taxa Cemal Yilmaz Koçero Topdemîr, diyar kir ku ji sala 2015'an heta niha qedexeya li taxan didome û wiha got: "Tax ji sedî 90 hat xerakirin. Ketin û derketina taxê hêj qedexe ye. Li taxa ku 5 hezar nifûsa wê hebû ji 18 kolanan pêk dihat. Li taxê niha 17 kolan bi tevahî hatin xerakirin. Êdi tax tune."
Topdemir, anî ziman ku welatiyên xaniyên wan û taxa wan hatin xerakirin, navnîşanên xwe neguhertine û niha bê cih û war in. Topdemîr, anî ziman ku ji ber navnîşan neguhertine hêj girêdayî wî ne û diyaloga wan berdewam dike. Ji ber navnîşan neguhertine dîsa girêdayî muxtariya mine. Karê muxtariya wan dîsa ez dikim. Dibe ku taxa me tune be, lê diyalog û xizmeta min a ji bo wan didome. Yekîtima me ya ramanê û dil dê her dem bidome."
‘NIFÛSA LALEBEY JI 10 HEZARAN DAKET 5 HEZARAN
Yek ji taxên hat xerakirin jî taxên Alipaşa û Lalebey yên ne di nava sînorê şer de bûn. Muxtarê taxa Lalebey Abdullah Çelîk yên 4 serdem e muxtariya taxê dike bal kişand ser rewşa taxê. Çelîk, anî ziman ku ew dê her dem li cem welatiyê taxê cihê xwe bigire û wiha got: "Beriya tu tax bê xerakirin nifûsa wê 10 hezar bû. Niha nifûs daketiye 5 hezaran. Li taxê 24 kolan hene. Îro 10 kolanên wê bi tevahî hatin xerakirin. Welatiyên ji taxê derketin bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Welatiyên malên wan hatin xerakirin, bêyî alav û amûrên xwe ji malê derxin hatin derxistin û xaniyê wan hatin xerakirin. Li Sûrê li 16 taxan xerakirin didome. Li Sûrê hêj li 6 taxan qedexe didome. Ketin û derketin didome. Kes nihaze li vir çi dibe. Agahiya welatiyan ji malên wan tune."
‘HETA MALEK BIMÎNE EZ DÊ DI BER XWE BIDIM'
Çelîk, anî ziman ku 21 salin li taxê muxtar e û wiha got: "Her mirovek çûn cihekî. Mirovên heta 80 salî li vir jiyan hebûn. Lê niha nizanin dê bibin kîravanê kê. Di salên bê de dê çîroka Sûrê ji zarokan re bê vegotin. Dê mirovên aydî çandek din bên li vir bi cih bibin û çanda Sûrê tê ji kok ve bê guhertin. Li sûrê qutkirina av û ceyranê hêj berdewam dike. Li taxê malek jî bimîne ez dê li vir berxwedana xwe berdewam bikim."
MA / Esra Solin Dal