ÊLIH - Nîhat Yurek ê du kur û birayekî wî girtî ne, diyar kir ku zextên li ser girtiyan qat bi qat zêde bûne û zilma li girtîgehan zilm û qanûnên Kenan Evren derbas kiriye.
Agahiyên nebaş ji girtîgehan tên. Li girtîgehan li dijî girtiyan zext, muameleya nebaş û pêkanînên îşkenceyê dewam dikin. Tê gotin ku şert û mercên herî xerab ên 30 salî dawî li girtîgehan diqewime. Binpêkirina mafan û pêkanînên rûtîn serê xwe hildaye û diçe. Ji girtîgehên li bajarên Tirkiyeyê jî ku herî agahiyên nebaş jê tên jî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Tekîrdag û Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Bandirmayê ye. Girtiyên li van girtîgehan dimînin binpêkirina mafên xwe bi riya malbatên xwe bi raya giştî re parve dikin.
Ji malbatên girtiyan Nîhat Yurek diyar kir ku kurê wî Veysel Yurek û birayê wî Yilmaz Yurek li Girtîgeha Bandirmayê dimînin û kurê wî Çekdar Yurek jî li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne. Yurek got ku kurê wî Çekdar bi riya têlefonê tiştên li hember wan pêk tên bi wan re parve kiriye.
‘SEWQÊ JI BO NEXWEŞXANEYAN DERNAXIN’
Nîhat Yurek da zanîn ku kurê wî ji wan re ev tişt gotiye: “Girtiyên nexweş dernaxin revîrê. Girtiyên rewşa wan ne başe dema derdixin revîrê sewqa wan nexweşxaneyê çê nakin û naşînin nexweşxaneyê. Girtiyan paş de dizivirînin qawişê wan. Dema sedemê vê yekê dipirsin jî gardiyan ji wan re dibêjin ‘Tenê dê cenazeyê we ji vir derbikeve. Nexwe hûn nikarin ji girtîgehê derbikevin.’ ji me re van pêkanînan radigihînin.”
‘SAETÊN DESTA Û RADYO KOM KIRIN’
Yurek anî ziman ku pêkanînên girtîgehan bi binpêkirin û dernexistina revîrê re bi sînor namîne û hemû girtiyên ji qawîşan derdixin lêgreîna tazî li ser wan ferz dikin. Yurek diyar kir ku li girtîgehan hemû aktîvîteyên civakî yên girtiyan hatine astengkirin û wiha got: “Girtiyan dernaxin tu xebatên soportîf. Di lêgerîna qawîşan de dest datînin ser pirtûk û nîşeyên girtiyan. Hemû saetên destan ên li qawîşê kom kirine. Saetên destan jî hatine qedexekirin. Em hîn bûn ku di lêgerîna herî dawî de radyo jî hatine komkirin.”
‘JI BER LI MAZGALÊ DA 3 MEH CEZA DANÊ’
Nîhat Yurek der barê kurê xwe Veysel Yurek û birayê wî Yilmaz Yurek ên li Girtîgeha Bandirmayê jî ev tişt got: “Kur û birayê min di heman qawîşê de dimînin. Her tim cezayên kêfî yên dîsîplînê didin kurê min. Ji bo bangkirina gardiyan ji ber ku li mazgalê daye 3 meh hevdîtina têlefonê lê hat qedexekirin. Dema em çûn hevdîtinê me xwest em bi her duyan re hevdîtin bikin. Lê îdareyê wan bi hev re dernexist. Heke ku her duyan bi hev re bînin kabîna hevdîtinê yek diaxive û pişta yê din jî didin me. Ji ber ku her duyan jî vê heqaretê qebûl nekirin, wan dernexistin hevdîtinê.”
‘ME JÎ CEZA DIKIN’
Yurek da zanîn ku bi pêkanînên li dijî girtiyan re malbatan jî ceza dikin û li gel ew ji b ovan binpêkirina mafan serî li Wezareta Dadê didin û daxwaznameyan jê re dişînin jî lê bersiva wan nayê dayîn. Yurek bertek nîşanî bêhiqûqiya da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 12’ê Îlonê de qanûnên Kenan Evren jî ji yên îro baştir in. Qanûnên Kenan Evren jî yên herî nebaş bûn lê bi awayekî pêk dianîn. Lê desthilatdariya îro li gorî qanûnên derxistiye tevnagere. Em hatine wê rewşê ku çavê xwe li qanûnên Kenan Evren digerînin.”