RIHA-MÊRDÎN - TSK'ê piştî li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dest bi operasyona eskerî kir, dibistanên navçeyên li ser sînor navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê hemû dibistan, li Navçeya Bîrecîkê jî dibistanên nêzî sînor 2 roj navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Qoser û Nisêbînê jî rojek navber dan perwerdehiyê.
Piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona eskerî kir, dibistanên li ser sînor navber dan perwerdehiya zarokan. Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00'an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK'ê ji Amedê rabûn û gelek gundên Bakurê Sûriyeyê bombe kir. Li aliyê din rayedarên hikûmeta AKP-MHP'ê dibistanên li ser sînor xistin betlanê û navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê hemû dibistan, li Navçeya Bîrecîkê jî dibistanên nêzî sînor 2 roj navber dan perwerdehiyê. Li navçeya Qoser û Nisêbînê jî rojek navber dan perwerdehiyê. Xwendekarên dibistanan ji ber operasyona TSK'ê dê sibê û dusib ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar bimînin.