ENQERE - 28 welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyona TSK'ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwest ku Tirkiye vê operasyonê bi dawî bike.
28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li dijî operasyona TSK'ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya hevpar dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Endamên YE'yê ji Tirkiye xwestin ku dawî li operasyonê bînin. 28 endamên YE'yê di daxuyaniyê de gotin "YE bang li Tirkiyeyê dike ku dawî li operasyona eskerî ya li dijî Sûriyeyê ku yek alî pêk tîne, bîne."