STENBOL - Li Deryaya Marmara ji ber bahozê trafîk rawestiya û rê li çûn û hatinê hat girtin.
Li Deryaya Marmarayê ji ber bahozê seferên deryayê hatin rawestandin û çûn û hatin sekinî. Otobusên Deryayê yên Stenbolê (ÎDO) di malpera xwe ya înternetê de daxuyanî da û diyar kir ku ji ber bahoza zêde hemû seferên wan hatine rawestandin. ÎDO, destnîşan kir ku ji ber şertên neyînî yên hewa û deryayê heta seferên wan hatine rawestandin û heta fermana duyemîn dê dernekevin seferê. ÎDO'ê daxuyand ku seferên wan ên xeta nava bajar yên saet 06:45 Adalar-Beşiktaş, saet 07:45, 08:45 yên Karaköy-Bostanci û saet 07:55, 08:35, 09:35 yên Bostancı-Karakoy ji ber bahozê hatin rawestandin.