QAMIŞLO - Gelê Qamişlo, di saetên êvarî de piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonê kir, derket kolanan û operasyonê şermezar dikin.
Gelê Gamişlo piştî Hêzên Çekdar ên Tirk, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonan kir û herêmê bombe dike, gelê Qamişlo li dijî êrîş û topbaranê derketin kolanan û meş li dar xistin. Gelê Qamişlo di saetên êvarî de li kolanan li hev kom bûn û bi meşa girseyî operasyonê şermezar dike. Bertek û nerazîbûnên gelê Qamişlo li kolanan didome.