QAMIŞLO - Êrîşên TSK'ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrîşan de, li gundê nevçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê 4 welatî birîndar bûn.
Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00'an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK'ê ji Amedê rabûn û gelek gundên Bakurê Sûriyeyê bombe kir. TSK bi tang topên opusê herêmê bombe dike. Balafirên şer ên F-16 gundên Serêkaniyê, Gire Spî û Qamişlo bombe kir. Di topbarana TSK'ê ya li Qamişlo de 4 welatî birîndar bûn. nava çar welatiyên ku hatin birîndarkirin de zarokek jî heye. Li Gundê Girhesenakê yê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê di encamê bombebarê de 4 welatî birîndar bûn. Di nav kesên birîndar bûne de, zaroka bi navê Rojîn Sebrî ya 16 salî jî heye.