STENBOL – Hunermend û nivîskaran bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dan û xwestin hemû kesên aştiyê dixwazin, li dijî şer û operasyonan bibin yek.
Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, aşkere kir ku TSK'ê û komên çekdar li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyonê kiriye. Hunermendan diyar kirin ku şer wê bi gelê Tirkiyeyê bide windakirin û xwest hemû nivîskar û rewşenbir li dijî şer bibin yek, Nivîskaran anîn ziman ku bêdengiya li dijî şer sûc e û xwest her kes li dora aştiyê bin yek.
NESÎN: DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞER DERKEVIN
Nivîskar Ahmet Nesîn, anî ziman ku ew vê mijarê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: “Ne tenê hêzên muxalif, divê kesên bi îktîdarê re dimeşin jî li dijî şer dengê xwe bilind bikin û ji şer re bêjin na. Divê hemû kesên aqilê wan li serê wan, nebin amûrê vê polîtikaya şaş."
AYDIN: BÊDENGÎ SUC E
Lîstikvan Orhan Aydin, jî anî ziman ku hevkarên hev AKP-MHP li dijî axa Sûriyeyê operasyonek nû dan destpêkirin û wiha got: "Em di sedsala 21’an de ne. Hemû îktîdarên xwe bi xwîn, nifrîn û kînê xwedî dikin, dê di siberojê de wekî dijmenê mirovahiyê bên nasîn. Qebûlkirin û bêdengiya li dijî vî şerî sûc e. Yên bêdeng bimînin jî dibin şirîkê vî sûcî.
ÎNANIR: EZ ALÎGIRÊ AŞTIYÊ ME
Lîstikvan Kadîr Înanir jî anî ziman ku bi salan e li dijî vê pirsgirêkê bêdeng tê mayîn û wiha axivî: "Piştî şer hat ber derî yên ku di axivin ez wan ji dil nabînim. Ez alîgirê aştî û azadiyê me. Divê dest ji vî şerî berdin."
TELLÎ: ŞÊN ŞER DEST PÊ KIRIN WÊ WINDA BIKIN
Helbestkar Ahmet Tellî jî anî ziman ku ji aliyê wîcdan û mirovahiyê ve li dijî şer e û wiha got: "Di vê serdemê de divê mirov mirovan qetil neke. Divê tu mirov vê yekê qebûl nekin. Yên şer dan destpêkirin dê winda bikin.
ÇETÎN: WÊ ZERAR Û DILÊŞIYEK MEZIN BE
Lîstikvan Yusuf Çetin jî anî ziman ku ev operasyon wê ji bo welat bibe kambaxiyek mezin û bi xwe re zerar û dilêşiyek mezin bîne û wiha got: "Çi karê me li Sûriyeyê heye. Em ê çi li axa wan bikin? Ev îktîdar ji bo xwe li axa wan mayinde bike şer derdixe. Ez vê yekê qebûl nakim. Ev wê bibe darbeyek mezin li dijî aboriya me. "