NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvajoya duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hersê kontonên Rojava dest pê kir.
Piştî xebatên bi mehan berdewam kirin, li ser biryara Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Efrîn, Firatê, Cizîrê) ku ji kantona Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Hesekê pêk tên, qonaxa duyemîn a hilbijartinên bajarok, navçe, bajar û kantonan dest pê kir.
Li gorî biryara komseriyê dê sindoqên dengdayînê di seat 20:00`an bên girtin.