REQA - Meclisa Leşkerî ya Reqayê, diyar kir ku Tirkiye dewleteke dagirker e û hewl dide aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bike. Meclîsê, destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide careke din terorîstan di şexsê DAIŞ`ê vejîne."
Meclisa Leşkerî ya Reqayê îro der barê planên operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuayniyek da. Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji bo parastina herêmê amade ne. Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa daxuyanî xwend. Ebdo Reqa wiha got: "Armanca me ya li dijî DAIŞ'ê tenê parastin bû. Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê û avakirina QSD`ê bi îradeya gelên herêmê û baweriya ku dan wan, QSD`ê erkên xwe bi temamî pêk anî. Piştî bangên şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazor hemle li pey hemleyê hate destpêkirin. Heta ku QSD`ê ew herêm rizgar kirin û xewnên gelan ji xilaskirina ji DAIŞ`ê pêk anîn."
Ebdo Reqa, anî ziman ku ew kiryar û gefên Serokomarê Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna koalîsyona navdewletî ya tevahî cîhan, şermezar dikin u wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze aloziyên xwe yên aborî, civakî û siyasî veguhêze dewletên din, tevî wefadariya QSD`ê û pêkanîna wê ji hemû hevpeymanan re. Em soz didin gelên herêmê ku QSD li gorî soza parastina destkefiyên gelên herêmê ye. Em bang li civaka navdewletî dikin ku helwestin cidî li beramberî QSD`ê ku li şûna tevahî cîhanê şerê çeteyên DAIŞ`ê kir, bigire. Em bang li Pentagonê dikin ku biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji sînor di vê demê de ne rast e. Em hişyariyê ji encamên vê biryarê re didin. Ev biryar xizmeta xewna Tirkiyê ya vejandina serdema Împaratoriya Osmanî, belavkirina fikrên radîkal, vejandina DAIŞ`ê û belavbûna wê li herêmê dike. Di dawiyê de em wek Meclisa Leşkerî a Reqayê ji şêniyên Reqa û gundewarên wê re tekez dikin ku em ji bo parastina herêmê li dijî êrîşan amade ne. Em ê di yek rêzê de bi tevahî meclisên leşkerî re bisekinin. Em bang li wan dikin ku li pey gotegotên ku têne gotin ku aliyên dijber ên xwesteka wan tenê tevliheviyê di navbera pêkhateyên gel de derxin, neçin."