Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin

  • rojane
  • 09:15 1 Kanûn 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Di dema OHAL’ê de heta niha herî kêm 64 kes ji ber eciqandina wesayîtên zirxî, guleyên polis û leşkeran û teqîna amûran jiyana xwe ji dest dane û 62 kes jî birîndar bûne. Di gelek bûyeran de lêpirsîn bi awayekî çalak nehatin birêvebirin û herî zêde bi “bêcezatiyê” bi encam bûn. 

Di dema OHAL’a ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hat îlankirin heta niha 64 kes ji ber eciqandina wesayîtên zirxî, guleyên leşker û polîsan, teqîna amûr û mayinan jiyana xwe ji dest dan û 62 kes jî birîndar bûn. Ji vana 23 kes ji ber eciqandina wesayîtên zirxî, 29 kes bi hinceta “guh nedane hişyariya raweste” an jî di avêtina ser malan de bi guleyên polîs û leşkeran hatine kuştin. Ji ber mayin û amûrên teqemeniyê jî 12 zarok jiyana xwe ji dest dan û 28 jê jî birîndar bûn. Heta niha der barê kiryarên ku bûne sedema van kuştin û mirinan de tu lêpirsînên çalak nehatine birêvebirin. 
 
Ji van bûyerên qewimîne hin jê ev in: 
 
* Di 24’ê Tîrmeha 2016’an de li navçeya navendî Riya Armûşê ya Wanê wesayîta zirxî pêl li Taha Kiliçê 4 salî kir û Kiliç jiyana xwe ji dest da. Der barê polîsan de tu lêpirsîn nehat destpêkirin.
 
* Di 26’ê Tîrmeha 2016’an de li Kuçeya Bayirli a Taxa Xaçort a Wanê Tahir Çaylakê 75 salî bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 2’yê Tebaxa 2016’an de li gundê Pakire yê Xozata Dersimê, dema Mesût Îlkbahar bi bavê xwe re ji bo îmzeyê bavêje diçû qereqolê bû hedefa guleyên leşkeran. Îlkbahar bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 9’ê Tebaxa 2016’an de xebatkarê Turk Telekomê Şukru Abay ku bi zorê ew şandin qada bombebaraniyî, bi guleyeke ku nehat hînbûn ji kîja aliyî ve hat jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 30’yê Tebaxa 2016’an de li Wanê polîsan avêt ser malekê. Di dema avêtina ser malê de derdor bi rasthatinî hat gulebarankirin û ji van guleyan yek jê li Mûstafa Dûmanê 17 salî ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 2’yê Îlona 2016’an de li sînorê Kobaniyê Bozan Heciyê (21-22) bi guleya polis û leşkeran bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 6’ê Îlona 2016’an de li Qada Seyît Riza ya Dersimê, Naciye Ozdemir a 71 salî dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 12’ê Îlona 2016’an de li navçeya Bazîd a Agiriyê bi hinceta “guh nedaye hişyariya raweste” wesayîta zirxî gule bera Caner Tayfûr da û Tayfûr bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 20’ê Îlona 2016’an de li Geliyê Mûnzûrê yê Dersimê leşkerên derketin operasyonê mînîbusek gulebaran kirin û di vê gulebaranê de ajokarê mînîbusê Ersîn Demîr (28) jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gundê Venkê jî Îrfan Top ji ber gulebaran leşkeran bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 29’ê Îlona 2016’an de Îçye Çakirê 25 salî dema ji navçeya Payîzava ya Wanê diçû gundê xwe Saçax ê girêdayî navçeya Elbakê, wesayîta wî hat gulebarankirin û ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Çakir li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 8’ê Cotmeha 2016’an de li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber gulebaran wesayîta zirxî Serhat Bûldan (15), Rahmî Safhali, Necdet Îşozu (27) û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dan û Şemsettîn Çakmakçi û Memet Alî Kaya jî birîndar bûn. 
 
* Di 9’ê Cotmeha 2016an de li Edeneyê di dema şermezarkirina komploya navnetewî ya li Rêberê PKK’ê Abdûllah ocalan hat kirin zarokê bi navê O.O. yê 15 salî bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 24’ê Cotmeha 2016’an de li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê wesayîta zirxî zarokê bi navê Hakan Sarakê 5 salî eciqand û Sarak jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 18’ê Mijdara 2016’an de li Taxa Çelebînagê ya navçeya Erdîş a Wanê polis û leşkeran malek gulebaran kir û di gulebaranê de Hediye Ataman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 17’ê Kanûna 2016an de li Taxa Gundogdû ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê polîsan avêt ser malekê û di avêtina ser malê de bavê 2 zarokan Mûrat Eren jiyana xwe jiyana xwe ji dest da. Xizmên Eren, îdia kiribûn ku piştî polîsan Eren derb kiriye qeyrana dilî derbas kiriye.
 
* Di 18’ê Kanûna 2016’an de li Taxa Aydinlikevlerê ya Şirnexê guleyek li xwendekarê Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Şirnexê Şeyhmus Ûgur ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 9’ê Sibata 2017’an de li Kerborana Mêrdînê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistanê ber bi malê ve diçû, wesayîta zirxî e eciqand û jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 15’ê Sibata 2017’an de li Taxa Şabaniye ya Artemêtana Wanê wesayîta zirxî ya bi lez diçû li mînîbusa rêwiyan qelibî. Di mînîbusê de 7 kes birîndar bûn. 
 
* Di 16’ê Sibata 2017’an de li Esenyûrta Stenbolê xwendekarê lîseyê Omer Bariş Topkara (16) ê ji berî îdiaya diziye hatibû binçavkirin, di venêrîna tenduristiyê de kifş bû ku guleya ji serî wî derketiye ya polîsekî ye. 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li polîsê ku Topkara kuşt hat birin. 
 
* Di 4’ê Adara 2017’an de li noqteya venêrînê ya li ser riya Sêrt-Êlihê wesayîta zirxî ya polîsan Kerem Arslan (34) eciqand û Arslan jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê Adara 2017’an de dema wesayîteke sivîl ji navçeya Hezexê ber bi navçeya Cizîrê ve diçû, wesayîta zirxî lê qelibî. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 21’ê Adara 2017’an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ku ji bo pîrozbhaiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 
 
* Di 29’ê Adara 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan a li rawestgehê qeliband û di bûyerê de 4 kes birîndar bûn. 
 
* Di 14’ê Nîsana 2017’an de li Sûltangaziya Stenbolê bi hinceta “guh nedaye hişyariya raweste” polîsan wesayîtek gulebaran kir. Di gulebaranê de ji 3 kesên di wesayîtê de Oguzhan Erkul (17) û Bariş Kerem (18) jiyana xwe ji dest dan. 
 
 * Di 18’ê Nîsana 2017’an de li navenda Wanê weayîta zirxî li du kesan qeilband. Ji van kesan Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 27’ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevran a Amedê wesayîta zirxî li Hatûn Elhuman a 55 salî qeliband û Elhûman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 28’ê Nîsana 2017’an de li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li du kesan qeliband. Ji van kesan Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 4’ê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan li malekê qeliband û di malê de birayên Muhammed û Fûrkan Yildirim ên di xew de bûn jiyana xwe ji dest dan. Polîsê ajokarê wesayîta zirxî di danişîna ewilîn de hat tehliyekirin. 
 
* Di 21’ê Gulana 2017’an de li navçeya navendî Yildirim a Bûrsayê di navbera polîsên li herêmê venêhartin dikirin û Mert Akarê 19 salî de rageşiyek xwe da der. Di wê argeşiyê de Akar bi guleya polîsekî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 9’ê Hezîrana 2017’an de li ser Kolana Midyadê ya Nisêbîna Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsikletekê qeliband. Di bûyerç de zarokê bi navê M.S.B. (17) bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Liceyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Hezîrana 2017’an de li ser riya Çewlig-Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li mînîbuseke rêwiyan qeliband. Di bûyerê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Bêşebab a Şirnexê wesayîta zirxî li wesayîteke ku ji hember dihat qeiliband û di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li Deşta Fîsê ya Liceya Amedê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband û di bûyerê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 25’ê Hezîrana 2017’an de li Taxa Selîmbey a navçeya navendî Riya Armûşê ya Wanê Bîrol Ozkesîcî û kesekî ku navê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Şahidên bûyerê dest nîşan kiribû ku tu pevçûn rû nedane. 
 
* Di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li Taxa Gungor a Gevera Colemêrgê polîsan avêt ser mala kesê bi navê Necmettîn Fendîk û ew kuştin. 
 
* Di 21’ê Tîrmeha 2017’an de li gundê Hanê yê Dersimê ajokarê mînîbusa ku hat bombekirin Ercan Guneş jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 1’ê Tebaxa 2017’an de li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî li zarokê kobaniyî Raşîd Oso qeliband. Oso jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 31’ê Tebaxa 2017’an de li Kaniya Kanîreşê ya Colemêrgê dema welatiyên bi navê Mehmet Temel (35), Îbrahîm Sak (54), Îsmaîl Aydin (43) û Mûsa Tarhan (54) ji bo geştê çûn, ji aliyê Amûrên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) hatin bombekirin. Di bombebaranê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest da û her 3 welatiyên din jî birîndar bûn.
 
* Di 30’yê Îlona 2017’an de li Taxa Yeşîlova ya Erdîşa Wanê ajokarê texsiyê Zafer Ceyhan ji aliyê polîsan ve hat kuştin. 
 
* Di 10’ê Cotmeha 2017’an de welatiyên bi navê Çetîn Başer û Kerîmhan Verender bûn hedefa guleyên Qereqola Dûrakê ya li ser riya Gever-Şemzînanê ye. Di gulebaranê de Başer jiyana xwe ji dest da û Verender jî bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li Taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batûr (6) qeliband. Batûr jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê wesayîta zirxî li Gultena Yaraşliya 55 salî qeliband. Yaraşli jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 5’ê Mijdara 2017’an de li ser riya Êlih-Bismilê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband. Di bûyerê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn. 
 
* Di 5’ê Mijdara 2017’an de li Taxa Korik a Êlihê leşkerekî ku dem abi wesayîta xwe ya taybet ajotina wesayîtê hînî ehvalekî xwe dikir, li Bûrak Îlhanê 5 salî yê li kuçeyê dilîst qeliband. Îlhan jiyana xwe ji dest da. 
 
*Di 19’ê Mijdara 2017’an li Taxa Saraya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxî li Fatma Nûre Dûrsûn qeliband. Dûrsûn birîndar bû. 
 
* Di 22’yê Mijdara 2017’an de li nêzî Pira Deştê ya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî ya dilîst qeliband. Cansiri birîndar bû.
 
* Di 24’ê Mijdara 2017’an de li gundê Hucetî yê Çinara Amedê leşkeran avêt ser malekê û li malê Cebraîl Karçi hat kuştin. 

Sernavên din

02/12/2017
15:53 Koçyîgît: Ji hêza jinan ditirsin
15:51 Şahbaz: Desthilatdarî kal û pîran wekî nexweşî dibîne
15:40 ÎHA xwest girtiya nexweş Seyran Demîr bê berdan
15:39 Aqûbeta windayan pirsîn
15:10 ‘Werin guh bidin dengê elewiyan’
15:07 Îdiaya Ongor ê ji girtîgehê birin TEM'ê îşkenceyên dijwar lê kirin
14:34 Platforma Em Destûr Nadin Yek Tîpê ava bû
14:30 7 kes bi lêdanê binçav kirin
14:29 Dayikên Şemiyê: Ji muwekîl heta parêzerê wan dîrokek tarî heye
14:10 Serpîl Kemalbay: Pirsgirêka bingehîn ne rejîma Erdogane…
14:09 'Divê dewlet vê eybê paqij bike'
14:00 Leşkeran êrîşî dijberên HES’ê kir
13:55 23 sal şûnde ew wêne vegot
12:55 Dê li dijî OHAL’ê têkoşînê bidin
12:55 Di kontrola rê de kesek hat binçavkirin
12:46 Rojnameger dê sibê li ber Ozgur Ulkeyê bin
12:45 Erka merhbirîna miftîtiyê fermî bû
12:39 Bîlîcî: Pêkanînên li dijî cenazeyan îşkence ye
12:28 Foza Yûsif: Serkeftina Rojava dê aloziya Sûriyeyê çareser bike
12:16 Hunermendên kurd: Portala muzîkê Netd stranên kurdî sansûr dike
12:15 Kalê 70’ê salî Arslan hat berdan
12:05 Dozger ketine pey parlementerên HDP’ê û fezlekeyan amade dikin
12:02 Destûra HES'ê ya li ser Çemê Kolikê çawa hat girtin?
11:13 Şandeyên çavdêr: Rojava dibe modela demokrasiyê
11:01 Qedexeya li ser 42 gundên Amedê hat rakirin
11:00 Ji mala Nuriye Gulmen: Em kêfxweşin
10:27 Sosret: Koda ‘Şervanê Terorîst ê Biyanî’ li pidikan dikin
09:58 'Di vê jiyanê de em jî hene!’
09:40 Seyda bi berhemên xwe ket nav karwanên nemiran
09:38 'Îktîdar dixwaze profîla 'xebatkara îtaatkar' çê bike'
09:37 Dozger dayika pitikê 35 rojî yê li Cizîrê mir, wek 'gumanbar' nîşan da!
09:37 Navenda jinê kirin saziya 'ferzkirina çêkirina zarokan'
09:35 Peykertraş Dogan: Dengbêj Evdalê Zeynikê remza wêjeya devkî ye
09:34 Li ber stranên kurdî govend gerand rastî lêpirsînê hat
09:30 Ji girtîgehê giliyê Demîrtaş kir!
09:23 Jin li dijî zextan 30 roj in di çalakiyan dene
09:22 Elewiyên meletiyî: Demildest kiryaran bibînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNAN 2017'AN
01/12/2017
23:27 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû
23:16 Zarrab: Piştî zêran bi bazirganiya xwariniyî ya sexte çerx hatiye zîvirandin
21:27 Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin
21:12 Nûriye Gulmen hat tehliyekirin
18:34 3 kes li Enqereyê hatin girtin
17:57 Serlêdana malbatan hat redkirin
16:23 Li heremên ereb beşdariya hilbijartinan zêde ye
15:51 Seydî Firat hat berdan
15:45 Hevserokê PYD’ê dengê xwe avêt
15:44 Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse
15:41 Wekîla berê ya DSP’ê Saray: HDP bû rûyê jinê yê dîtinbarî
15:29 Abdurrahman Şen li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
15:19 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersivê dide Erdogan
14:59 8 sal û 10 meh cazayê girtîgehê li 5 kesan birîn
14:56 Ji Berberoglu re cezayê heta hetayê xwestin
14:55 Walî 30 navendên Dersimê 15 rojan qedexe kir
14:37 Li 3 navçeyên cuda 5 caran heman îxbar kirin!
14:35 Çerkesan jî deng dan
14:30 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:23 4 kes li Hatayê hatin berdan
13:57 Polîsan nehişt belgefîlmê Sûrê bê pêşandan
13:56 Ji ber medya civakî 21 meh û 25 roj ceza lê birîn
13:24 Kalê 70 salî binçav kirin kîsê arvan rijandin
13:13 Kesek li Giyadinê hat girtin
12:56 Li Stenbolê jî malek elewiyan îşaret kirin
12:42 4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê: Sûrê dikin qurbana rantê
12:41 DMME ji bo Amedspor û Nakî parastin ji Tirkiye xwest
12:40 Nehiştin rêxistinên jinan tev li doza Emanî bibin
12:13 Malbata Ocalan ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan
11:48 ‘Bi milyonan betalin, lê bac ji bo berjewendiyên qirêj xerç kirin e'
11:48 Dadgeh ji bo cezakirina Keskîn dixebite: 355 hezar û 920 TL ceza birîn
11:30 Şandeyên çavdêr hilbijartinan dişopînin
11:27 Rûniştina doza Berberoglu dê bi girtî bê dîtin
11:09 Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?
10:41 Muxtarên bê tax Sûr vegotin
10:40 Muxtarê wêne parve kir rastî lêpirsînê hat
10:12 Bav û birayê girtiyan: Zilma Kenan Evren derbas kirin
09:45 ÎDO ji ber bahozê seferên li Deryaya Marmarayê betal kir
09:36 Qirîza aborî kûr dibe û esnafên Wanê zerar dikin
09:35 20 jinên xwestin tev li weşanê TRT'ê bibin hatin cezakirin
09:34 Rojnameger Aydogan: Ev çand dê bidome
09:33 Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê dest pê kirin
09:15 Polîsan û leşkeran di serdema OHAL’ê de 64 kes kuştin
09:12 ‘Divê Ewropa der barê tecrîda li Îmraliyê de biryara mueyîdeyê bide’
09:12 Rêyên Cizîrê kun kunî bûne
09:11 Ji ber bihabûna kayê, pincarê garis didin sewalên xwe
09:10 'Kesê îro şibekê bişkîne dê sibê mirovan bikuje'
09:00 ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2017'AN
30/11/2017
22:09 Hunermendên NÇM’ê hatin berdan
17:26 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
16:57 Roboskiyan: Bi Elçî re aştî û edalet jî qetil kirin
16:54 Piştî berteka bêsîvanan gotin ku 'Ev der cihê we ye'
16:34 Piştî 7 rojan girtî ma, bi hinceta îfadeya wî heye birin TEM’ê
16:09 Demîrtaş beraat kir
16:02 Heyeta HDP’ê çû Rojava
16:01 Platforma Piştevaniya Sûrê: Em dorpêçê rakin
16:00 Di Nobeda Edaletê de Tahîr Elçî hat bibîranîn
15:53 Ji Dîlokê daxwaza ‘Ne OHAL demokrasî'
15:06 Zaroka piyê wê di nava bariyerên polîsan de asê ma birîndar bû
14:57 Lûtkeya Jinê: Wekheviya jinê wekheviya civakê ye
14:57 3 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin
14:25 Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin