STENBOL- Ji 250 parêzerên ku dixwazin bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin Parêzer Gulîzar Tûncer dest nîşan kir ku Tirkiye divitiyên DMME’yê yên der barê Ocalan de bi cih nayîne û ji ber vê divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) derheqê Tirkiyeyê de biryara mueyîdeyê bide.
Ji 250 parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û serlêdana wan hat redkirin, Parêzer Gulîzer Tûncer diyar kir ku ji roja ku Ocalan birine Îmraliyê heta niha rêziknamyeke taybet a Girtîgeha Îmraliyê heye û di vê rêziknameyê de hikmên ku li tu girtîgehan tune ne di xwe de dihebîne.
Tûncer diyar kir ku tecrîd sûcekî navnetewî ye û welatên Ewropayê jî bûne hevparê vî sûcî û ev tişt gotin “Tirkiye welateke ku erka navnetewî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) qebûl kiriye û divêtiyên 3 madeyên DMME’yê yên der barê Ocalan de bi cih nayîne. Ji ber vê divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji îcraya biryarên DMME’yê berpirsiyar e, der barê Tirkiyeyê de biryarên di wesfa mueyîdeyê de bide. Lê belê vê yekê nake.”
'TECRÎD GIRAN E, CPT BÊDENG E’
Tûncer, diyar kir ku bi salan e Ewropa li hemberî neheqî û derhuqûqiyên ku Tirkiye dike bêdeng e û jixwe tewr û helwesta wan a ji bo tecrîdê jî vê yekê nîşan dide. Tûncer dest nîşan kir ku Tirkiye tim berpirsiyariyên peymanan û biryarên DMME’yê bin pê dike û mînaka vê ya herî berbiçav jî biryarên ku der barê Ocalan de tên dayîn. Tûncer, diyar kir ku Tirkiye hewl dide guh nede van biryaran û Ewropa jî li hemberî vê yekê xwe li bêdengiyê datîne. Tuncer dest nîşan kir ku divê tewr û helwesta CPT’yê jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin û ev tişt gotin: “Ev komite gelek caran serdana Îmraliyê kiriye. Heta der barê tenduristî û şertên tecrîdê yên Ocalan rapor amade kirine. Lê belê bi taybetî jî di vê serdema ku tecrîda li ser Ocalan girantir bûye de, di nehatinê de israr dike.”
'TECRÎDA GIRAN DERMIROVAHIYÎ YE’
Tûncer dest nîşan kir ku li Îmraliyê sepandineke dermirovahiyî heye û ev tişt gotin: “Bi tena serê xwe li hucreyeke yekkesî heta hetayê mehkûmkirina mirovekî awayê cezakirineke dermirovahiyê ye. Tenê li ser Ocalan û mehkûmên din tecrîda giran tune ye, ev cezakirineke dermirovahiyî ye jî. Çimkî sepandineke ku miroveke heta mirinê di hucreyeke yekkesî de bê ragirtin tune ye.” Herî dawî Tûncer dest nîşan kir ku divê demildest Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê çê bike.
MA / Bilal Seçkin