STENBOL – Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li dijî operasyona ku Tirkiye plan dike li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, bertekên xwe anî ziman. HDP'ê diyar kir ku operasyona ku Tirkiye plan dike wê bêtir xizanî, betalî, zem, tundî û bêhiqûqiyê bi xwe re bîne.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, li dijî operasyona ku Tirkiye plan dike li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê civîn li dar xist. Di civînê de parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, Nûnerên HDK, ESP, SYKP, Partiya Şoreşger, Kaldiraç, Yekîtiya Têkoşînkê û DBP'ê amade bûn. Li salona civînê pankarta “Em şer rawestînin, aştiyê biparêzin" vekirin. Endamê Lijneya Navendî yê HDP'ê Mahmut Çavli daxuyanî xwend. Çavli, anî ziman ku Serokomar Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) e ev plana xwe aşkere kir û wiha got: "Dixwaze li ser 30 kilometre axa Bakurê Sûriyeyê kurdan vala bike û li şûna wê kesên biyanî bi cih bike. Dixwazin kesên ji deverên cuda koçî Tirkiyeyê kirine li vir bi cih bikin. Ev bêtir wê zerarê bide gelê sivîl. Bi taybetî Rusya piştî zîrveya dawî hêz da Tirkiyeyê. Kî çi dibêje bila bêje divê Tirkiye nekeve vê kozikê. "
Çavli, da zanîn ku operasyon wê bêtir kaosê zêde bike û wiha lê zêde kir: “Ev şer û operasyon wê tenê zerarê nede gelê Kurd. Wê zerarê bide gelê Ereb, Turkmen, Suryanî, Ermenî û Êzidîyên li heremê jî. Em carek din bi israr dibêjin, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tu awayî gefan li Tirkiyeyê naxwe. Kurdên Sûriyeyê ne dijminê Tirkiyeyê ne. Li şûna Tirkiye li dijî Kurdên Sûriyeyê dijminantiyê pêş dixe divê jiyan û pergala demokratîk mînak bigire. Li şûna şer divê bi lez di navbera aliyan de diyaloga demokratîk û muzakere bên destpêkirin. Operasyona Tirkiye gavek pir şaş û talûke ye. Divê em bi hevre li dijî vê yekê rawestin û bi hevre vi şerî rawestînin. "