ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi hinceta “Ewlekariyê” kevirên parkeyî rakirin û rê asfalt kirin, lê belê niha jî asfaltê radike. Wê asfalta ku milyon lê hatin xerckirin niha tên rakirin û rê veguherîne golên heriyê.
Li naveçya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 12’ê Kanûna 2015’an û 4’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve li navenda navçeyê hatibû îlankirin. Piştî qadexeya derketina derve kevirên parkey ên riyan bi hinceta “ewlekariyê” hatin rakirin û asfaltkirin. Xebata asfaltê ku Midûryeta Giştî ya Rêbejahiyê da destpêkirin, piştî qeyûm tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, dewrê şaredariyê hat kirin. Li gorî daxuyaniyên fermî di demek kin de, zêdeyî 100 kîlometreyî rê hatin asfaltkirin. Asfalta ku bi mîlyonan pere lê hat xerckirin, salek di ser re derbas nebû hat kolandin. Bi hinceta bi awayekî hemwext wê “boriyên ava dawerivandinê bên bicihkirin” xebatên kolandinê hatin destpêkirin û niha hîn jî didomin.
RÊ VEGUHERÎN GOLÊN HERIYÊ
Di rojên dawî de bi awayekî zêde baran dibare. Ji ber vê hemû kuçeyên ku xebat lê tên birêvebirin bi ava baranê tije bûne. Welatî nikarin li van kuçe û kolanên veguherîne golên heriyê bimeşin, tenê di cihên ku kevirên parkeyî lê hene dimeşin. Her wiha xwendekarên ji dibistanê tên jî, ji bo di riyên biherî de derbas nebin ji neçarî di ser dîwarên înşeatan re derbas dibin û welatiyên wesayîtên wan di heriyê de dimînin jî nizanin dê çi bikin.
Welatiyan anî ziman ku rê veguherîne depê çêkirin û xerakirinê û ji vê rewşê nerazî ne. Welatiyan diyar kir ku ew ê ji neçarî bi gîzmeyan bimeşin. Welatiyan got ku rewşa riyan ji yên salên 90’î xerabtir bûye. Welatiyan parvekirina Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû ku li Kuçeya Sevgiyê wêneyên 20 lempeyên hatin bicihkirin kişandibû û gotibû “Ev der ne Parîs Cizîr e” bi bîr xistin û dest nîşan kirin ku divê demildest rê bên çêkirin.
MA / Cihan Olmez