MELETÎ - Piştî malên elewiyan hatin xêzkirin 2 roj şûn de êrîşê Berdevkiya Meletiyê ya Komeleya Dêrên Rizgariyê kirin. Peywirdarê dêrê Vedat Serîn bal kişand ser êrîşên li dijî xiristiyan, ewewî û kurdan û ev tişt got: "Ev berhemên heman hişmendiyê ne."
Elewiyên li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê rûdinên, malên wan hatin deqkirin û hema li taxa kêlekê ya Paşakoşkuyê, li ser Kolana Îsmet Paşa Berdevkiya Komeleya Dêrên Rizgariyê şibekeyên wê hatin şikandin. Welatiyên xiristiyan bertek nîşanî êrîşê dan. Piştî malên elewiyan hatin deqkirin, du roj şûn de êrîşê avahiyên welatiyên xiristiyan kirin, van êrîşan welatî xistin nav fikaran. Welatiyên xiristiyan diyar kirin ku piştî malên elewiyan hatine deqkirin, ew ditirsin dê êrîşê malên wan jî bikin û xwestin bûyerê bi her awayî derxin zelaliyê.
3 CARAN ÊRÎŞÊ WAN KIRIN
Peywirdarê Berdevkiya Meletiyê ya Komeleya Dêrên Rizgariyê Vedat Serîn, diyar kir ku komleya wan 2 sal û nîv e li Meletiyê xebatan dike, aşkera kir ku komeleya wan ji cemaeta xiristiyanan re xizmetê dike. Serîn da zanîn ku cara ewil di derbeya 15'ê Tîrmehê de êrîşê komeleya wan kirine, piştî 3 mehan êrîşeke din jî pêk hatiye û wiha got: "Di êrîşa 3'yemîn de êrîşkar hat girtin. Emyetê li me geriya û da zanîn ku wan êrîşkar girtiye û sewqî edliyeyê kiriye. Ji derveyê wê tu agahî bi me re parvenekirin."
‘BERHEMÊ HEMAN HIŞMENDIYÊ YE’
Serîn diyar kir ku ew li taxê bi birayên xwe yên kurd, elewî û demokratan re dijîn û wiha axivî: "Em bêjin ev êrîş bê zanebûn tê kirin ne rast e. Di navbera komeleya me û malên birayên me yên elewî de 5 deqe rê heye. Li gorî agahiyên ku heta niha dane me, divên bûyera deqkirinê û êrîş bi hev ve ne girêdayî ne. Lê heke em baldarî lê mêze bikin, her dem an êrîşên taxên me, an yê elewî û kurdan dikin. Li Tirkiyeyê bûyera Hrant Dînk, Weşanên Zîrveyê, dîsa di heman demê de 3 caran êrîşê saziya me hene."
'ÎRO ŞIBEKÊ DIŞKÊNIN DÊ SIBÊ MIROV BIKUJIN'
Serîn piştrast kir ku ev êrîşên ku pêk tên, an ji bo gel koçber bikin û an jî aramiya welat xirab bikin pêk tên û ev tişt anî ziman: "Berî êrîşa li dijî Weşanxaneya Zîrveyê pêk bê, li dijî xiristiyanan gotin bi pêş xistin. Polîtîkaya reşkirinê meşandin. Piştî vê êrîş pêk hatin. Niha hem gotinên siyasî, hem jî di medyayê de xiristyanî tê reşkirin. Kesê îro şibekê bişkîne, dê sibê mirovan bikuje. Bingeha vê tê amadekirin."
DEWLET JÎ DIZANIBÛ DÊ ÊRÎŞ BIKIN?
Welatiyê xiristiyan Gurkan Çakir jî bertek nîşanê êrîşê da û got ku "Piştî êrîşê malên elewiyan kirin, em difikirîn ku dê êrîşê malên me jî bikin" û wiha pê de çû: "Dema me bi şêniyên taxê re axivî hemûyan jî got ku em li benda vê êrîşê bûn. Tiştên ku şêniyên taxê dibînin, çimayên din nabînin? Ez bi taybetî balê dikişînim ser vê mijarê. Ev mijarên ku em dibînin û girîngiyê didinê, ez hêvîdarim ku dewlet jî bibîne."
'DIVÊ PIŞTPERDEYA BÛYERÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN'
Çakir, destnîşan kir ku kesê ji bo diziyê bê û bi hêstên kîn-nefretê vê bûyerê pêk bîne, ev ne hewldaneke ferdî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wekî ku di dîmenan de jî tê dîtin û ev bi planî hatiye kirin. Em difikirin ku di pişt vê bûyerê de tiştekî din heye? Em wekî civaka xiristiyanî, di vê der barê de tu tevdîrên me tune ne. Ji xwe pêwîstiya îmana me jî ev e. Dema em li pirtûka xwe ya pîroz mêze dikin, dibêje ku 'Hez ji dijminê xwe bikin, li dijî we sûc jî bikin wan bibexşînin.' Ev bi zelalî tê gotin. Tu pisgirêkek me ya şexsî bi vî sesî re tune. Gelo pişt bûyerê de tiştekî din heye, tuneye? Divê ev baş bê lêkolînkirin û derxin holê. Ji ber ku pêşerojê de pêşî li bûyerên hêj mezintir bê girtin."
MA / Haci Yusuf Topaloglu