AMED – Beriya operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava tê plankirin TSK’ê gelek balafirên şer teqwiyeyî Amedê kirin.
Sewqiyata eskerî ya Tirkiyeyê ji bo êrîşek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Li aliyekî li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên eskerî yên ji bo operasyonek muhtemel tên kirin û li aliyê din jî hat zanîn ku ji bo balafirên şer yên li herêm bên bikaranîn teqwiyeyî 8’emîn Fermandariya Bargeha Jetan a Amedê hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; 10 balafirên şer ji baragehên hewayî yên Balikesîr û Merzîfona Amasyayê şandine Amedê.
Hat zanîn ku destûrên hemû personelên li 8'emîn Fermandariya Bargeha Jetan a Amedê dixebitin hatiye betalkirin.