NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bersiva Serokê Amerîkayê da û got: “Xwîna Kurdan ji pere û çekan gelek binirxtir e.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bûyerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vekişîna leşkerên xwe ji ser sînorê herêmê gotibû: “Em di vî şerê bêwate û bêdawî de derdikevin. Kurdan bêberamber şer nekirine. Me gelek pere û çek dan wan.”
Li ser vê yekê Serokê berê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya twîtterê bersiva Donald Trump da.
Barzanî derbarê vekişîna Amerîka a ji Bakur û Rojhilatê Suriyê û helwesta Trump de, li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Xelkê Kurdistanê her tim li pey mafê xwe bûne û xwîna Kurdan ji pere û çekan gelek binirxtir e.”