Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em şer naxwazin heke pêk were jî em ê li ber xwe bidin

img

GIRÊ SPÎ – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hecî Mehmûd diyar kir ku ew şer naxwazin û dê destûr nedin hilweşandina bajêr û got: “Heke Tirkiye vê yekê tune bihesibîne û êrîş bike wê berxwedanek dîrokî bê nîşandan. Em ê bi hemû hêza xwe şer bikin.”

Bertekên li dijî operasyonek muhtemel a Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê berbelav dibe. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel rabûn ser pêya û dest bi çalakiyên parastina axa xwe kirin. Tirkiye hêza eskerî û komên dîndar sewqî ser xeta sînor dike. Li dijî vê yekê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî lez dan xebatên parastinê. 
 
HEMÛ HÊZAN DEST BI TEVGERÊ KIR 
 
Tê gotin Tirkiye û Amerîka li dijî şerê herêmê li hev kiriye. Eskerên Amerîka ji ser xeta sînor vekişiyan û Tirkiye amadekariyê êrîşê dike. Li gel vê yekê hêzên wek Rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê jî dest bi tevgerê kirin û rola xwe dileyîzin. Hêzên rejîma Sûriyê hêzên xwe veguhestin derdora Minbic û Dêra Zorê. Di heman demê de DAIŞ’î jî ketin tevgerê û duh bi şev li Reqayê êrîş pêk anîn. 
 
HERÊM DI ÎKAZÊ DE YE 
 
Rageşî li herêmê derketiye asta herî jor û QSD û TSK li hember hev di îkazê de ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê banga berxwedan û seferberiyê kir û li ser sînorên Girê Spî û Serêkaniyê û li deverên din dest bi çalakiyên nobetê kirin û konan vedan. Her roj bi sedan welatî diherikin konan. Li gel kurdan pêkhateyên pergala Rojava suryanî, ermen, tirkmen û nûnerên siyasî yên gelan jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ser sînor di çalakiyê de ne. 
 
‘EM Ê XWE BIPARÊZ IN’ 
 
Tirkiye herî zêde berê xwe daye Girê Spî û betir li vê herêmê tevger heye. Girê Spî dema ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin şûn ve rêya navbera kantonên Kobanê û Cizîrê temîn dike. Bi piranî ereb li Girê Spî dijîn û ji aliyê rêveberiyek hevpar ve tê birêvebirin. Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî parastina bajêr pêk tîne. 
 
Berdevkê Meclîsa Leşkerî Mihemed Hecî Mehmûd têkildarî geşedanên dawî de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe û sînorên xwe biparêz in.
  
PÊVAJOYEK DIN DEST PÊK IR 
 
Mehmûd bi bîr xist ku di rojên dawî de geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Hêzên navdewletî di navbera me û Tirkiyê de cih girtin. Rola xwe leyîstin. Ji bo mekanîzmaya ewlehiya sînor dewriyeyên xwe pêk anîn. Hêzên navdewletî vê dewriyê bi her dua liyan re pêk anîn. Ev rewş bi daxuyaniya Koşka Spî guherî. Li ser vê daxuyaniyê hevpeymaniya nadewletî hêzên xwe ji sînorên Girê Spî û Serêkaniyê vekişand. Pêwîstiyên peymana hatibûn kirin jî bicih nehatin. Ji bo herêmê pêvajoyek din dest pê kir.” 
 
‘EM JI BO PARASTINA GELÊ XWE AMADE NE’ 
 
Mehmûd bi bîr xist ku wan beriya niha bi 5 salan Girê Spî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine û wiha domand: “8 sal in em di nava şerek giran de ne. Me ji nûve dest bi avakirina bajar û axa xwe kir. Em di pêvajoyek wiha de şer naxwazin û em ê destûrê nedin dewleta Tirk bajarên me hilweşîne. Em ê di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlehiya sînor de nehêlin bajarê me hilweşe. Eger Tirkiye vê yekê tune bihesibîne û êrîşî me bike em ê berxwedanek dîrokî nîşan bidin. Em amade ne ku gelên xwe biparêz in. Em zarokên vê axê ne. Çawa berê me li cem gelê xwe cih girt, em ê vê carê jî heman tiştî bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî tirkan şer bikin.” 
 
‘DÊ DAIŞ BIKEVE TEVGERÊ’ 
 
Mehmûd destnîşan kir ku bi operasyonek muhtemel re ku şer dest pê bike dê hebûna DAIŞ’iyên di hucreyên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de ne bikeve astek krîtîk û dê ev hucre carek din bikevin pozîsyona êrîşan. Mehmûd anî ziman ku di nava rageşî û şerek mezin de ew nizanin dê çi bikin ji DAIŞ’iyan û wê ev DAIŞ’î hem ji bo Sûriyê û hem ji bo dinyayê tehdîtek mezin bi xwe re bîne. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

10/10/2019
18:34 Li Qamişlo jinekê jiyana xwe ji dest da û li Serêkaniyê jî sivîlek birîndar bû
18:30 Ji RTUK’ê daxuyaniya 'Bêdengkirinê'
17:59 QSD'ê derbarê şerê du rojan de agahî da: 6 balafirên keşfê hatin xistin, 5 tang hatin rûxandin
17:57 Tirkiyeyê îstasyona avê bombe kir
17:23 Komîsyona Lêpîrsînê ya Sûriyeyê ya NY: Operasyon wê dîsa DAIŞ'ê zindî bike
17:18 Trûmp ji bo Tirkiyeyê: Heke li gorî lîstîkê tevnegerin dê bersiva xwe bigirin
16:44 Li Mêrdînê binçavkirin zêde dibin
16:37 Bombebarana li Serêkaniyê û Kobanê didome
16:30 QSD’ê balafira keşfê ya TSK'ê xist
16:29 Li Şirnexê destûrên personelên leşkerî rabûn
16:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:07 Bi hezaran welatiyên Silêmanî û Hewlerê li dijî êrîşên Tirkiye daketin qadan
16:01 PEN’a Kurd: Xwedî li destekftiyên Rojava derkevin
15:45 11 xwendekarên xwestin Komkujiya Enqerê şermezar bikin hatin binçavkirin
15:39 Rêxistinên Ciwanan: Ne 4 sal 4 hezar sal derbas bibe jî emê hesab bipirsin
15:36 Bertekên li dijî operasyonê: Divê gelê me her derî bikin qadên berxwedanê
15:31 Fransayê Sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê vexwend Wezareta Karên Derve
15:26 Dayik û bavê wî hatin kuştin û ew jî birîndar bû
15:18 Ermenistan: Tirkiye deverên malbatên ermanî lê dijîn bombebaran dike
14:58 Platforma Ked û Demokrasiyê banga rawestandina şer kir
14:58 Ji Rêveberiya Xweser bang
14:57 Ji navçe û gundên veguherîn qada şer koçberiyê dest pê kir
14:49 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê hat astengkirin
14:36 Qurbaniyên 10'ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dê têkoşîna me ya aştiyê bidome
14:28 14 partiyên Kurd civîyan û biryara rêzecalakiyan dan
14:01 Bijîjkê li Gebzeyê zarokê 14 salî îstîsmar kir hat berdan
13:52 DîSK, KESK, TMMOB û TTB'ê operasyon şermezar kirin: Ne dema bêdengiyê ye
13:43 Îlham Ehmed li PE'yê axivî: Divê hêza navnetewî Tirkiyê ceza bike
13:39 Ji HDP’ê bang: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin
13:30 Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan: We çima ji şer re got 'erê'
13:27 Li Grê Spî gel ber bi sînor ve dimeşe
13:16 TSK'ê sivîlên Reqayê topbaran kir: 3 sivîl jiyana xwe ji dest dan
13:14 Weqfa Aştiyê: Em dengê aştiyê bilind bikin
13:01 Parlementerên HDP’ê û welatiyên xwestin daxuyanî bidin, derp kirin
12:46 Walîtiya Kocaelî çalakiyên li dijî operasyonê qedexe kirin
12:22 Rojnameger Kalnoky: Operasyon ji bo Tirkiyeyê stratjiyek bi talûke ye
12:10 14 partiyên Kurdan li dijî êrîşên Tirkiyeyê civiyan
12:03 UNÎCEF’ê bertek nîşanî operasyonê da: Wê encam dramatîk be
12:00 Endamên DAIŞ'ê yên di destê QSD'ê de çavê wan li rêya Tirkiyeyê
12:00 Bi hezaran welatiyên Qamişlo li dijî operasyonan kom bûn
11:45 Ber bi sînorê Rojava ve sewqiyata eskerî didome
11:44 Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariya Dêrikê binçavkirin
11:40 Rojnameger Turfent: Dadgeha Bilind bêhiquqiya dewam dikir erê kir
11:36 Walîtiyê Nobeta Demokrasiyê qedexe kir
11:23 Li HDP, KCD û HDK'ê lêpirsîna operasyonê vekirin
11:20 Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’
11:00 Temellî: Erêkirina tezkereyê zerardayîna herî mezin a vî welatî ye
10:33 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Roj roja yekitiya li dijî dagirkeriyê ye
10:21 Li Kobanê bombebaran kirin li Serêkaniyê pevçûn
10:06 Welatiyên Amedê: Tirkiye hebûna Kurdan qebûl nake
09:59 Berpirsê malpera înternetê yê BîrGun Hakan Demir binçav kirin
09:58 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Divê Efrîn neyê dubare kirin
09:35 Di "sûcê li ser navê rêxistinê" de biryara berdana zû
09:05 Hatîmogullari: Divê her kes li dijî şer aştiyê biparêzin
09:05 Paleyiya pembo dest pê kir, lê cotkar ji halê xwe nerazî ne
09:04 Li Heskîfê rewşa dawî: 10 gund di bin avê de man
09:03 Şadiye Gunduz a 85 salî 53 roj in li Nobeta Demokrasiyê ye
09:03 'Divê Kurd bi yekîtiyî tev bigerin û mafên xwe biparêzin'
09:02 Xwendekar ji dêvla dersan ketine etra debarê
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2019'AN
09/10/2019
22:47 TSK'ê Qamişlo bombe kir: Ji malekê 5 kes birîndar bûn
22:10 Şer li seranserî sînor belav bû: 5 sivîl hatin kuştin
21:37 Operasyonê dest pê kir, perwerdeya ser sînor betal bû
21:23 28 endamên Yekîtiya Ewropa bang li Tirkiye kirin: Dawî li operasyonê bînin
20:50 Mcgruk : DAIŞ di nava vê aloziyê de ji nûve ava dibe
20:38 Gelê Qamişlo li dijî şer derket kolanan
20:21 Di êrîşên TSK'ê de li Tirbespiyê 4 welatî birîndar bûn
19:53 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Li dijî şer em deng bidin gelê Rojava
19:15 Graham: Tirkiye kevirên rêya diçe dojehê datîne
19:05 Balafirên TSK'ê bombe kir: Gundiyek mir 2 gundî birîndar bûn
18:42 Li Ewropa Kurd û dostên wan li ser piyan in: Em banga parastina Rojava dikin
18:06 Balafirên TSK'ê gundên Rojava bombe kirin
17:33 Li Rojava xetên telefonê hatin qûtkirin
17:30 Hunermend û nivîskaran xwestin aştîxwaz li dijî operasyonan bibin yek
16:38 Balafiran Serêkaniyê bombebaran kir
16:20 Erdogan: Operasyona li dijî Bakurê Sûriyê dest pê kir
16:16 'Ji sedî 50 gelê Tirkiyeyê dibêje 'Daraz ne serbixwe ye'
15:56 Serokkomarê Fransayê Macron bi Îlham Ehmed re rûnişt: Em ligel QSD’ê ne
15:45 Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê: Operasyona binpêkirina biryara KENY'yê ye
15:36 Rêxistinên HDP: Di salvegera komployê de şer li ser kurdan ferz dikin
15:30 Meclisa Leşkerî ya Reqayê: Dixwazin DAIŞ'ê ji nûve vejînin
15:29 Li Wanê li dijî gefên operasyonê berteka hevpar
15:17 Erdogan li gel Putîn hevdîtin pêk anî
15:10 Gelê Kaniya Xezalan: Me tu zerar ji QSD’ê nedît
14:54 Di Nobetên Demokrasiyê de berteka 9’ê Cotmehê: Şerê li dijî Rojava dewama komployê ye
14:38 Karkerên medenê ji Soylû pirsî
14:17 Hezên Ked û Demokrasiyê: Em ên şer erê dikin ji bîr nakin
13:55 Ji HDK, KCD, HDP, DBP’ê banga hevpar: Werin em vî şerî rawestînin
13:54 ‘Operasyon wê bêtir zext, bêhiqûqî û zemê bîne'
13:26 'Fermandarên OSO'yê' ku dê tevlî operasyonê bibin li ser sînor gerandin
13:16 Gelê Colemêrgê: Şar wê kîn û nifrîna nava gelan kûr bike
13:09 Rûhanî: Divê Artêşa Sûriyeyê li ser sînor bi cih bibe
12:54 Beriya operasyonê li Rihayê gelek kesî binçav kirin
12:37 Dadgeha Bilind cezayê Rojnameger Turfent erê kir
12:02 Pentagon jî tevlî hevdîtina Erdogan û Trump bûye
12:00 TSK’ê balafirên şer teqwiyeyî Amedê kir
11:46 Barzanî bersiv da Trump: Xwîna Kurdan ji pere û çekan binirxtir e
11:40 Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em şer naxwazin heke pêk were jî em ê li ber xwe bidin
11:14 Lavrov: Em ji bo diyaloga navbera Şam û Kurdan amade ne
11:11 Yîgît: Tirkiye bi berpirsiyariya DAIŞ'ê ewlehiya xwe dixe talûkeyê