ENQERE – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, bal kişand ser polîtikayên Tirkiye yên li dijî sînor û wiha got: "Tirkiye bi hinceta ‘Gefa ewlehiya neteweyî' Bakur û Rojhilatê Sûriye dike hedef. Tirkiye bi berpirsîyarî girtina DAIŞ'iyan, ewlehiya xwe dixe talûkeyê."
Hikûmeta Tirkiyeyê û Serokê AKP'ê û Serokmar Tayyip Erdogan her roj gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Herî dawî destûr ji DYA girt ku têkeve axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dîsa li pey wê teskere di meclîsê re derbas kir. Niha rageşiya li ser sînor û amadekariya operasyona derveyî sînor didome. Nivîskar û pispora Rojhilata Navîn Hamide Yîgît, operasyona eskerî û encamên ku bi xwe re bîne ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
Yigît, bal kişand ser helwesta Serokê DYA Donald Trump ku parvekirina polîtîkaya Suriyeyê ya li ser hesabê twitterê û wiha got: "Sala par Trump dîsa li ser hesabê twitterê parve kiribû ku wê eskerên DYA vegerin mal. Li ser pertekan ev biryara xwe paşve kişand. Lê geşededanên niha pêk tê cuda ne. Trump, dema sala par biryara vekişînê da, hikûmeta Tirkiyeyê ji vê yekê bêzar bû û got 'Ez ê li dijî Minbicê operasyonê pêk bînim.' Lê niha Tirkiye ji vê vekişînê ne bêzar e. Em dibînin ku peymanek bi hevre çêkirine. DYA bi vê yekê dixwaze Tirkiyeyê ji Iran û Sûriyeyê dûr bixe. Ji ber vê yekê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dikin bazar. Bernameya DYA li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Berê xwe dide Rakka û Dayrulzor. Dixwaze hêzên SDG’ê arasteyî sînor bike. Di ajanda DYA de bendewariya ji Kurdan tune ye. DYA, hemû bernameyên xwe li ser esasê berjewandiya xwe pêş dixe. Ev nêzîkatiya DYA, fikara ku kurdan li ser piştê li erdê bixe ava dike."
Yîgit, da zanîn ku ev hamleya Trump wekî mudaxaleya li dijî siyaseta navxweyî ya DYA jî dikare bê xwendin û wiha lê zêde kir: "Li gorî daxuyaniya ku DYA da, xuya dike ku bi awayekî sînor destûr daye ku Tirkiye mudaxale bike û wiha axivî: "Tirkiye ya endamê NATO'ê ye ji ber nêzî Rusya û Îranê dibe DYA'yê bêzar dike. Hikûmeta Şamê her dem mudaxalmeya Tirkiyeyê wekî dagirkerî penase dike. Rusya, her dem yekpariya axa Sûriyeyê esas digire.
Lê bi şertê yekparetiya axa Sûriyeyê erênî nêzîk dibe. Berê bi destûra Rûsyayê Tirkiye ket Efrînê. Vê carê DYA destûrê dike ku Tirkiye tekeve axa Sûriyeyê. Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) balkêş e. Dibêje ‘Tirkiye bawerî û mîsogeriya mirovî daye' Ev jî nîşan dide ku wan jî destûr daye operasyonê."
Yîgît, bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî DAIŞ'ê û wiha bi dawî kir: "Tirkiye bi hinceta ‘Gefa ewlehiya neteweyî' Bakur û Rojhilatê Sûriye dike hedef. Tirkiye bi berpirsîyarî girtina DAIŞ'iyan, ewlehiya xwe dixe talûkeyê."
MA / Berivan Altan