ENQERE – Rojnamegerên nûnerên rêxistinên rojnamegeran gotin pakêta darazê ya nû têr nake û xala “Nûçe dayîn sînoran derbas nake an jî daxuyaniyên ramanê yên bi armanca rexnekirinê dê nebe sûc” dê pirsgirêka azadiya çapemenî û ramanê çareser neke.
Di çarçoveya Belgeya Stratejî ya Reforma Darazê de li ser hin armancên hatine diyarkirin sererastkirin pêk hat û Qanûna Dadgeha Ceza û Teklîfa Qanûnên Guhertinê di hin Qanûn de di 7’ê cotmehê de ji aliyê Komîsyona Edealetê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin.
Di xala 7’emîn a “propaganda rêxistinê” ku bi Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) girêdayî ne raste rast rojnamegeran eleqedar dike. Hikma “Nûçe dayîn sînoran derbas nake an jî daxuyaniyên ramanê yên bi armanca rexnekirinê dê nebe sûc” lê hat zêdekirin.
Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê xala li pakêta darazê hat zêdekirin nirxandin .
‘QANÛNA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TUNE YE’
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnmegerên Tirkiyê (TGS) Gokhan Durmuş diyar kir ku di qanûnên Tirkiyê de qanûnên ku parastina azadiya xweîfadekirina çapemeniyê tune ne û got: “Niha 135 hevalên me di hefsan de ne. Divê ev hemû hevalên me di çarçoveya azadiya çapemeniyê de werin berdan. Lê ji ber ‘xebata terorê’ kirine niha tên hefskirin. Ez ne bawerim wê bi pakêta darazê ev yek were guhertin. Ev pakêt ji bo me rojnamegeran pir tişteh guhertî nayne. Pakêtek bi makyaja Yekîtiya Ewrûpayê ye. Mixabin qet jidilbûn têde nîne. Heke qanûnên heyî pêk werin dê îro rojnamegerek di hefsê de nemîne.”
BOLTAN: BENDEWARIYAN NABERSIVÎNE
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî got: “Hikumetê heta îro bi vê sûcdariya hatiye sererastkirin rojnamegeran girtiye. Guhertinên hatine kirin bendewariyê na bersivîne. Sînorên rexne û azadiya çapemeniyê li gorî krîterên çapemeniya navnetewî tên diyarkirin. Ji bilî van tu îfade nayê qebûlkirin.”
EREN: KÊRÎ TU TIŞTEKÎ NAYÊ
Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin ÎŞ’ê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren jî destnîşan kir ku li Tirkiyê rojnamegerî êdî derketiye asta talûkeyek mezin û wiha got: “Gelek hevpîşeyên me ji ber ku nûçeyên îktîdarê rexne dikin çêkirine û ji ber parvekirinên medya civakî di hundir de ne. Niha wê ev ceza û gotin ji nûve bidarizîne? Ez ji guhertinê ne kêfxeş im. Zextên îktîdarê wê li ser rojnamegeran dewam bike. Wê ev guhertina pakêta darazê bi kêrî çi were? Divê li Tirkiyê sererastkirinên pêşiya azadiya raman û çapemeniyê bê vekirin pêk werin. Krîterên medya navnetewî diyar in.”
‘DIVÊ TMK WERE RAKIRIN’
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney jî anî ziman ku pêwîste guhertinên mezin di darazê de pêk were û wiha got: “Medya muxalîf bi rexneyek herî biçûk tê ‘terorîzekirin.’ Her wiha îdianameyên rojnamegerên tên darizandin bi sûcdariyên derew hatine amadekirin. Bi pêkanînên darazandinên salên dirêj û û girtina salên dirêj re hevrû dimînin. Derbarê rojnamegeran de biryarên siyasî tên dayîn. Biryar ne yasayî ne ku çareseriya yasayî li pêş bikeve. Divê TMK were rakirin. Meseleya bingehîn meseleya demokrasiyê ye. Pêdivî bi Destûrek Bingehîn a Demokratîk heye ku hemû alî têde cih bigirin.”