AMED - HDP'iyên ku duh êvarê ji ber xebatên kampanya îmzeyêan a li dijî tayînkirina qeyûm dimeşandin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Endamên HDP'ê Mehmet Zekî Bagcik, Nîhal Yanik, Semîha Demîr û Halîs Altin duh êvarê dema ku li navçeya Yenîşehirê ya Amedê ji ber xebatên kampanya îmzeyêan a li dijî tayînkirina qeyûm dimeşandin, ji aliyê polisan ve hatibûn binçavkirin. Her çar jî piştî îfadedayîna xwe ya li Miduriyeta Polisan a Amedê hatin berdan.