Divê komkujiya 10'ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin

  • rojane
  • 10:13 9 Cotmeh 2019
  • |
img

ENQERE - Di ser komkujiya GAR'a Enqereyê re 4 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 103 kesan ji yana xwe ji dest dabûn. Dadgehê di 2'ê Tebaxa 2018'an de biryar da û li 9 kesan ji bo her kesekî 101 sal ceza birî. Di darizandinê de belge û agahiyên derketin holê nîşan da ku çawa rê li pêş komkujiyê hatiye vekirin û sersar nêzîk bûne. Parêzer û malbatan diyar kirin ku cezakirina kujeran, ser komkujiyê venaşêre xwestin ev komkujî wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. 

Piştî pêvajoya aştî û çareseriyê bi dawî bû li tevahiya bajarên herêmê şer dest pê kir û gelek kuştî çêbûn. Li dijî şerê dest pê kir û qedexeyên derketina derve avêtin ser navçe û bajarên herêmê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji saziyên KESK, TTB, TMMOB û DÎSK’ê ketin nav tevgerê û li Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an de mitînga bi navê “Aştî û Demokrasî” amade kirin. Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqere li dijî mîtînga aştî u demokrasiyê êrîşên xwekujiyê pêk hat. Di erîşên endamên DAIŞ'ê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
 
DER BARÊ YEK PEYVIRDARÊ CEMAWERIYÊ DE DOZ NEHAT VEKIRIN
 
Piştî bûyeyerê heta 8 mehan der barê dosyayê de biryara veşartinê hat dayîn. Li gel hemû belge û daneyan de der barê yek polîsî de lêpirsîn û doz nehat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê di 28'ê Hezîranê de îdîaname amade kir. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdîaname di 12'ê Tîrmeha 2016'an de qebûl kir. Hemû malbat û parêzerên ku serlêdana sûc kirin, serlêdanên wan ên sûc tev hatin redkirin. Dozgerê Komarê yê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Makezagonê Ramazan Dînç îdîaname di tîrmeha 2016'an hat qebûlkirin. Îdîaname ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozger bi îdîaya "Hewldana pergala Qanûna Esasî" û "Sûcê kuştina 103 kesan" 101 caran cezayê giran ê muebbetê xwest. Ji bo êrîşkaran bi îdîaya "di çarçoveya xebatên rêxistina terorê de hewl daye ku 391 kesan qetil bike" bi giştî di navbera 7 hezar û 631 sal û 11 hezar û 750 sal cezayê girtîghê xwest. Di dosyaya ku 36 bersûc hebûn de dozê bi girtina 15 kesan berdewam kir. Rûniştina yekem a dozê di 7'ê Mijdara 2016'an de hatibû ditin. Runiştina yekemîn di 07-11'ê Mijdarê de hat dîtin. Bersûc Suphî Alpfidan û Yakup Yildirim piştî lêpirinê hatin girtin. Rûniştina duyemîn jî di navbera 6-10'ê Sibata 2017'an de hat ditin. Hevsera bersûc Halil Îbrahim Durgun Esin Altuntug jî   piştî lêpirsîna parêzeran li dadgehê hat girtin. Rûniştina 3'emin jî di 2-3-4'ê Gulana 2017'an de hat dîtin. Di rûniştinê de hevsera Metin Akaltin Hatice Akaltin hat girtin. Bi vê yekê hêjmara bersûcên girtî derket 19'an. 6'emîn rûniştina doza komkujiya 10'e Cotmehê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berewam kir. Di rûniştina dozê de 19 bersûcên girtî, malbatên mexdûran, parêzerên mexûran û gelek kesên ji dervê bajar hatin dozê bişopînin li salonê amade bûn. Parêzerê gazinçker Tonguç Tanturk, di rûniştinê de, diyar kir ku kujer heta 11 roj beriya komkujiya li Pirsusê hatiye guhdarkirin û beriya êrîşê dest ji guhdarkirina wî berdane. Prz. Erkan Unuvar, jî got “Cîgirê Midûrê şaxa TEM'ê çima îfadeya endamê DAIŞ'ê vedişêre?"  Di doza Komkujiya GAR'a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de di Tebaxa 2018'an de biryar dan. Heyeta dadgehê bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî. Dadgehê bi tawanbariya kuştina 20 jê zarok 391 kesî jî li bersûcan herkê 27 sal ceza birî.  Dadgehê li bi hinceta "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de" li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî birî. Li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya "peydakirina çek û guleyên talûke" herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pere birî.  Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birî.  Bi hinceta "endmatiya rêxistinê" 18 sal ceza li bersûc Erman Ekîncî jî hat birîn. 
 
Dadgehê derbarê bersûcên fîrara İlhami Bali, Savaş Yildiz, Edremit Ture, Deniz Buyukçelebi, Yakup Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delibaşlar, Walentina Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Deniz Dundar, Cebrail Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyin Ugur jî de biryar da ku dosyeya wan bê veqetandin. Dosya der barê 15 fîrarên ku Îlhami Balî jî di navde li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome. 
 
 
Di ser komkujiyê re 4 sal berdar bûn. Lê hêj bûyera pişt perda komkujiyê roni nebûye. Her çend piştî komkujiyê doz û lêpirsîn hat vekirin û ceza hat birîn jî, lê pişt perdê hêj nehatiye ronîkirin. Tevî hemû rexneyan dosya bi gelek kêmasî hat qebûlkirin. Di lêpirsînê de 4 bersûcên serbest dihatin darizandin û 3 bersûc jî bi hinceta xwe teqandine ji dosyayê hatin derxistin. Yên din jî wekî kesên firar di dosyayêde cih digirin. 
 
WÊ ROJÊ TEDBÎR MEHATIN GIRTIN
 
Beriya hilbijartina 1’ê mijdarê 2015’an KCK’ê jî ji bo polîtîkayên AKP’ê yên şer vala derbixe di 10’ê cotmehê de bi yek alî pêvajoya agirbestiyê da destpêkirin. Lê belê bi komkujiya Enqereyê bersiv dan daxuyaniya KCK.  Pişt re li gorî agahiyên derketin holê, emniyete îtîhbarata dê DAIŞ êrîşî mitînga bike sitendiye. Lê belê ev agahî bi Komîteya Amedakar a Mitîngê re nehatiye parve kirin. Mitîng hatiye amadekirin û roja 10’ê cotmehê ji aliyê Tirkiyê bi deh hezaran welatî û kedkar ji bo daxwaza “Aştî û Demokrasiyê” herikibûn Enqereyê. Li gel emniyetê agahiya dê li dijî mitîngan êrîş çê bibe jî di destê wan  de hebû lê li dora qada mitîngê tu tedbîr negirtiye. Mitîngên beriya 10’ê cotmehê otobûsên ji bajarên din dihatin, ji aliyê polîsan ve dihatin sekinandin û kontrol dikirin. Lê di 10’ê cotmehê de kontrolên rûtîn yên rê jî hatine rakirin. 
 
PIR AŞKERE ÇÛN QADA MITÎNGÊ 
 
Di kamerayên MOBESE’yê de 2 kesên xwekuj ji bo di mitîngê de komkujî bikin pir aşkere hatin qada mitîngê. Ev 2 kes ji aliyê polîsan ve nahatin kontrolkirin û neşopandin. Kujer ji Dîlokê bi rêya bejahiyê hatin Enqereyê. Di dosyeyê de agahiyên ku dema kujer bi rê de hatine nokteyên lêgerînê du navber dane karê xwe hene. Li dijî bi hezaran mirovên li çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn saet di 10.04'an de du êrîş pêk hatin û komkujî kirin. Du teqînên ku di navbera wan de 3 kêlî hebûn, 100 kes li cihê bûyerê, 2 kes jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran hevrê, dayik, ciwan û jinên ji bo aştiyê hatibûn gel hev, berdêleke mezin dabûn.
 
POLÎSAN DI NAVA CENAZEYAN DE BI XAZÊ MUDAXALEYÎ GIRSÊ KIR
 
Hêj dûkela teqînê belav nebûbû, mirovan xwe digihand birîndaan, polîsê ku komkujî nedîtibû, bi gaza îsotê êrîşê ketibû dewrê û bi taybetî cihê ku birîndar lê bûn di binê gazê de hiştibû. Li gorî rapora TTB'ê bi dehan kes ji ber gaza polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa li cihê teqînê nexweşxaney Numune, Îbn-î Sînan, Nexweşxaneya Enqereyê û Hacattepe hebûn, lê piştî 40 deqeyan ambûlans hatin cihê bûyerê. Bi piyan mirov dikare di 20-25 deqeyan de xwe bigihîne nexweşxaneyê. Bûyera ku 102 kesan jiyana xwe ji dest da û 400 kes birîndar bûn de, tevahiya rojê 51 ambulans hatin peywirdarkirin. Lê 9 ji van ambulansan piştî nîv saetî hatin cihê bûyerê û qasî kîlometreyekî li dûr rawestiya bûn. 3 ambulansên ku ji bo mîtîngê hatibûn veqetandin, qet li cihê xwe neleqitîn û piştre cenaze biribûn. Karê ku DAIŞ'ê nîvço hiştibû wan temam kir. 5 saet şûn de 3 wezîrên ku derketin pêşberî kamerayan, aşkera kiribûn ku hejmara kesên mirî 86 e, lê di bûyerê de kêmasiya ewlehiyê tune. Rojnamegerekî ji Wezîrê Karê Hundur Selîm Altinok pirsa "Hûnê îstifa bikin?" pirsîbû, lê li hemberî pirsa ku hatibû kirin, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek bi kenê xwe hemû tişt raxistibû ber çavan.
 
'PIŞTÎ XWE TEQANDIN EMÊ BGIIBRIN' 
 
Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku lîsteya xwekujan di destê wan deye, ji ber ku Tirkiyeye dewleteke bi hiqûqe, heya ew mirov xwe neteqîn in, dê tiştekê ji wan nekin. Davutoglu ji bo girêdanan hilbijartinê û komkujiyê jî wiha gotibû: “Piştî komkujiya terorê ya Enqereyê me anket çêkir û nebza raya giştî girt, hêjmara dengên me zêde bûye.”
 
'PLANA ERDOGAN'
 
Serokomar Erdogan bertekên tund nîşanê nîqaşên “DAIŞ’ê êrîş lidarxist” dabû û wiha got: “Radibin dibêjin ‘Li vir DAEŞ’ê kir, li wir jî nizanim kê kir.’ Ev çalakiyek terorê ya kolektîfe. Hemûyan bi hevre ev çalakî pêk anîn.” Erdogan bi vê yekê parastina DAIŞ’ê kir. Li gorî hemû dane û agahiyan, komkujî hatiye made kirin, Mehmeddîn Baraç dest û milên xwe dihejîne û heya Enqerê tê û komkujiyê pêk tîne. Baraç piştî komkujiyê 2 salan di doza 10’ê Cotmehê ya di 25-26 ‘ê Îlonê de hat dîtin, dibêje “HPG û DAIŞ’ê bi hevre ev bûyer pêk anî.” Ev jî rastiya gotinên Erdogan ên piştî komkujiyê gotin piştrast dike. Ev yek jî dibe ku Erdogan ev bûyer bi plan kiribe tîne hijê mirov.  
 
Dadgeha Enqereyê di 2'ê tebaxa 2018'an de doza Komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê ku li dijî Mitînga Aştiyê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû biryar dabû. 872 rûpel hinceta biryarê aşkere kiribû. Parêzerên dozê têkildarî hêceta biryarê diyar kirin ku Dadgeha Enqereyê biryarek "tu tiştek nabêje" nivîsandiye û gotin: "Dadgeha Enqereyê ji peyva edaletê dûr ketiye. Biryarê li gorî daxwaza siyasî hatiye dayîn. Em dizanin ew nabihîzin û li ser navê hiqûq û edaletê em hîcap dibînin." 
 
Di nava kujeran de endamê DAIŞ'ê Mehmedîn Baraç ê bi kodê "Omer Hattap" endamê Baskê Ciwanan ê AKP'ê ya Çewlîgê derket.
 
Têkildarî darizanidnê û pêvajoya dozê parêzerê malbatan Îlke Işik nirxandin kir. 
 
PRZ IŞIK: BI CEZAYÊ MUEBBETÊ EDALET PÊK NAYÊ
 
Prz. Îlke Işik,  anî ziman ku endamên DAIŞ'ê dest û piyên xwe li ba kirin û hatin li navenda Enqereyê komkujî kirin û wiha got: "Darizandina doza komkujiyê hêj didome. Bila kes nebêje komkujiya 10'ê Cotmehê ji îktîdara siyasî serbixwe ye. Ger ku bi rastî dibêjin emê edaletê pêk bînin, divê ji bo hemû malbatên xizmên xwe winda kirine edaletê pêk bîne. Tenê bi cezakirina muebetê ya bombekaran edalet pêk nayê. Ew kesên komkujî pêk anîn çawa hatin Enqereyê? Polîsê Dîlokê û endamên MÎT'ê çi dikirin? Kujeran ku dest û piyên xwe li ba kirin û hatin qadê vê yekê piştrast dike. Îtîrafkarê Davutoglu vê yekê nişan dide. Bi zanebûn bersûc di nava welat de negirtin û ceza nekirin. Yên ku bi wan re dizî hevdîtin kirin wê halê wan çi be? Ew jî wê bê ceza bên hiştin? Tu kesî ev komkujî ji bîr nekirine. Ew bixwazin ser vê dozê bigirin jî nayê girtin. Heta edalet pêk neyê ev dozya nayê girtin. 
 
DANIŞÎN DI 21'Ê MIJDARÊ DE YE
 
Işik, anî ziman ku dozger ewil got 'Êv sûc li dijî mirovahiyê pêk hatiye' û îdîaname amade kir û wiha axivî: "Lê li aliyê din 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê got ‘Sûcê li dijî mirovahiyê tune' û biryar nivîsî. Me ev biryar îtîraz kir. Dadgeha Edliyeya Herêmê hêj biryar nedaye. Di danişîna ku di 21'ê mijdarê de bê dîtin emê carek din bixwazin ku bersîc ji sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye bên darizandin. 
 
Prz. Işik, bang li her kesî kir ku beşdarî danişîna 21'ê mijdarê ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin bibin.
 
MA / Berivan Altan 
 

Sernavên din

09/10/2019
10:52 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir
10:48 'Butçeya ji bo şer divê ji bo pêşketina welat were xerckirin’
10:46 Senator Graham: Ji bo ketina Sûriyeyê we destûr negirtiye
10:28 Rêxistinên rojnamegeran: Heta TMK neyê guhertin dê rojnameger bên girtin
10:27 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Divê komkujiya 10'ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:04 Bozgeyîk: Divê gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin
09:48 Partiyên Kurdistanî li dijî şer banga yekîtiyê kirin
09:48 KCD: Li dijî şer dengê xwe bilind bikin
09:15 Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizê
Nexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min
09:11 Dadgeh: TMK, sînoran datîne ber azadiya fikr û ramanê
09:10 Xwişka Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de: Em dixwazin bijî
09:10 Kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû xera bûye
09:09 Bi mîtînga ku beşdar nebûyê hat tawanbarkirin û paşê hat îxrackirin
09:08 'Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne'
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
08/10/2019
23:17 Sewqiyata wesayîtên leşkerî ya ber bi binkeya leşkerî ve didome
23:09 Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin
16:27 23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî
15:48 Eşîrên Hesekê li dijî plana operasyonê ya Tirkiyê seferberî ragihandin
15:46 TJA'yê banga Yekitiya Neteweyî kir
15:36 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
15:18 'Alemê têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dît, lê we nedît'
15:05 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Ji şer re bêjin ‘na’
15:02 Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe
14:56 Ahmet Turk hişyar kir: Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibin
14:30 Ji Nobeta Demokrasiyê bangî CHP’ê kirin: Ji bo tezkereya şer bêjin na
14:27 Nerazîbûna li dijî operasyona eskerî: Operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e
14:15 Li Hezoyê 70 penaber hatin girtin
14:13 Ji bo xeta ser sînor sewqiyeta eskerî
14:04 Operasyonê Mîhricana Îsotan paşde xist
13:48 Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê hatin astengkirin
13:44 Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin
13:43 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:32 Barzanî têkildarî Rojava: Em pir bi fikarin
13:27 Nas: Pêdiviya wan bi şer heye
13:02 ESP: Em şoreşa Rojava biparêzin
12:37 Mazlûm Ebdî: Çav û guh lê kirina girtiyên DAIŞ'ê êdî pêşaniya me ya duyemîn e
12:17 Danişîna doza Parka Gezî dest pê kir
11:44 Pirsûsiyan: Ger operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema êrîşên DAIŞ’ê xerabtir bibe
11:27 8 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Banga bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat kirin
11:12 Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
11:09 Başkaya: Heta kurdan tev li hesab nekin nikarin li Rojhilata Navîn planan çêkin
11:02 Pekoz: Operasyon wê encamên xerab bi xwe re bîne
10:57 Kesê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê didome
10:51 Di manşetên rojnameyan de şerê Sûriyeyê: neçareserî û çirav
10:45 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive
10:11 Thornberry: Daxuyaniya Koşka Spî xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e
09:58 'Ajokar û plakeya maşîna zirxî ya Efe kuşt hêj diyar nebûye'
09:48 KCD'ê xwest hemû rêxistin û partî li dijî operasyona dersînor li qadan bertekên xwe bînin ziman
09:43 Polisan li Edeneyê 6 kesan binçav kir
09:42 Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL
09:23 Di bin navê 'bexş'ê de bi zorê pereyan ji ajovanan distînin!
09:22 Nobeta Av û Wijdanê di roja 75'an de ye: Têkoşîna ji bo jiyanê
09:20 Dayika Gûrbetellî Ersoz: Li tevahiya axa welatê xwe li wan digerim
09:19 'Erdogan ji bo qoltixa xwe êrîşî Sûriyeyê dike'
09:18 Li mehserên Licê duxan bi sîtilan ket
09:16 Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN
07/10/2019
19:21 Waliyê Rihayê ji şêniyên li 4 taxên Serêkaniyê xwest malan vala bikin
16:53 Hîllary Clînton: Biryara Trump îxaneteke dil xelandinê ye
16:40 Ji bo bîranîna GAR'a ya 10'ê Cotmehê bang
16:21 ÎHD: Divê mirina Nadîra Kadîrova bê ronîkirin
16:15 Ji ber kurdbûna xwe hatibû derpkirin rapora derbkirinê negirt
15:16 Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin
15:06 Ji bo Demîrtaş salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
15:00 Sarisaç: Tişta DAIŞ'ê nekarîbû bike Erdogan dixwaze bike
14:56 Dildarên Çiyayên Kazê wê di 10'ê Cotmehê de meşa xwe berdewam bikin
14:45 Nobeta Demokrasiyê 50 rojin dewam dike
14:00 Dundar: Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye
13:42 QSD: Piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê, rejîm bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da Minbicê
13:37 TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir
13:08 McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike
12:46 MKGP: Em rojnamegerên jin ên Kurd rêwitiya heqîqetê didomînin
12:45 NY: Em nizanin wê çi bibe
12:27 Gelê Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve dimeş e
12:18 KNK'ê banga seferberiyê kir
12:18 Pitika 3 mehî binçav kirin
12:16 Di çapemeniya cîhanê de bertekên li dijî vekişîna DYA'yê
11:57 Hêzên Koalîsyonê baregehên xwe yên Serêkaniyê vale kirin
11:43 Li Çinarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
11:41 Rayedarên Tirkiyeyê sînyala operasyonê dan
11:40 Koçalî: DAIŞ'ê li herêma Kurdan bicih nekin
11:22 Li Rihayê perwerdekaran 5'ê Cotmehê bi konsera Bajar pîroz kir
11:13 Duh ceyran û xaz, îro pir û rê zem kirin
11:12 Meclîsa Leşkeri ya Girê Spî: Ger Tirkiye peymanê binpê bike, em ê gelê xwe biparêzin
10:42 QSD: Êrîşên Tirkiyeyê wê bandorek mezin li îstikrar û şerê li dijî DAIŞ`ê bike
10:30 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -3
Bayrak: Ji bo komplo bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere
09:43 Der barê wekilê HDP’ê de fezekeya ‘moral û motivasyonê’
09:43 Serokê Baroya Mêrdînê yê nû hat hilbijartin
09:42 Mem Ararat konserek bêhempa li dar xist
09:42 Li Panosê zilamekî hevjîn û keça xwe kuşt
09:19 Welatiyên Amedê: Li şûna HDP’ê divê hemû dayik li ber Meclîsê kom bibin
09:15 Serokê JMO’yê Alan: Tedbîra jiyana însanan ne di xema pergalê de ye
09:15 Karkerên qeyûm dê û keça xwe dizek derketin
09:13 Navenda Jiyanê ya Jinan dest bi xizmetê kir
09:10 ‘Medya her dîmenê şidetê bikar tîne şidet zêde dibe’
09:09 Wekîla Elman Luhman: Qeyûm di rojeva Ewrûpayê de ne
09:08 Bijîşk Sayyigît ê hat îxrackirin: OHAL neqediyaye didome