ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk banga devjêberdana operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev tişt got: "Divê ku demeke zûtirîn polîtîkayên şer bên terêkandin û gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin."
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayê Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinan kir. Bozgeyîk diyar kir ku di operasyneke muhtemel de dê hem gel û hem jî kedkar bi windabûneke mezin re rû bi rû bimînin û wiha got: "Demeke dirêj e li Sûriyeyê şer û pevçûn didome. Bi têketina Tirkiyeyê ya vî şerî re dê krîza aboriyê ya heyî kûrtir bibe. Ji ber şer û krîza aboriyê, di hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de dengên AKP'ê kêm bûn û naqoqiyên di nav AKP'ê de kûrtir bûn."
'RÊXISTINÊN CÎHADÎST ÊRÎŞÊ TIRKIYEYÊ DIKIN'
Bozgeyîk destnîşan kir ku heta niha ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî Tirkiyeyê tu êrîş pêk nehatiye û ev tişt anî ziman: Ev yek jî nişan dide ku tu pirsgirêka gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bi Tirkiyeyê re tuneye. Tê zanîn ku timik ji aliyê rêxistinên cîhadîst ve li hemberî Tirkiyeyê êrîş pêk tên. Pevçûnên li Idlib û Efrînê û encamên ku derketine holê nîşan didin ku gelek êrîş ji aliyê rêxistinên cîhadîst ku şerê wekaletê yên dewletên emparyalîst dimeşîn ve li hemberî Tirkiyeyê pêk hatine."
'GELÊ XÎZAN XESAR BIBÎNE'
Di berdewama axaftina xwe de Bozgeyîk da zanîn ku pêvajoya şer a li Sûriyeyê tê meşlandin, ji bo kedkar û xîzanan ji hilweşandinê pêştir tiştekî din nîne û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku em DAIŞ'iyên li qampan bidine ber çavên xwe dê bibînin ku Tirkiyeyê bi pirsgirêkeke çawa mezin re rû bi rû ne. Divê di demeke zûtirîn de polîtîkayên şer bên terkkirin, gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin. Em aliyê terikandina hêzên emperyalîst a ji qaka Sûriyeyê ne. Divê hêzên emperyal ji Sûriyeyê derkevin û ji bo ku gelên Sûriyeyê biryara siberoja xwe bidin qadake azad bê afirandin."