Partiyên Kurdistanî li dijî şer banga yekîtiyê kirin

  • rojane
  • 09:48 9 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED – Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş li dijî plana bêkurdkirinê banga yekîtiyê li kurdan kir. Cîgirê PÎA Sedat Dogan jî got şerê li dijî Rojava dê tu encamê neyne û li şûna şer li ser formula jiyanek mirovane bê lêgerînkirin. 

Li dijî operasyona muhtemel a Tirkiyê ku bi destûra Amerîkayê dê pêk were nerazîbûn her ku diçin zêde dibin. Partiyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê li dijî operasyonek muhtemel a Rojava nerazîbûn nîşan dan û wek “heke şer pêk were dê trajediyek mirovahî pêk were” şîrove kirin û li dijî vê yekê banga yekîtiyê li kurdan kirin. 
 
Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş diyar kir ku gelê kurd li Rojava li dijî DAIŞ’ê şerek mezin da û li gelek herêman destkeftiyên mezin bi dest xist. Bozkuş da zanîn ku heke operasyonek muhtemel pêk were dê axa Rojava were parçekirin û demografiya herêmê were xerakirin û li dijî vê yekê banga yekîtiya neteweyî li gelê kurd kir. 
 
‘DIVÊ AMERÎKA DEST JI ŞAŞÎTIYAN BERDE’ 
 
Bozkuş anî ziman ku vekişîna DYA’yê wê rê li ber şerek mezin veke û xwest DYA li tavilê dest ji van şaşîtiyên xwe berde û nehêle li dijî kurdan şer pêk were. Bozkuş ji bo parastina destkeftiyên kurdan bang li hemû kurdan kir ku di nava yekîtî û bihevrebûnê tevbigerin û got: “Rojava di bin xetereyek mezin de ye. Divê kurd bi ruhê seferberiyê rabin ser pêya.” 
 
‘DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN’ 
 
Bozkuş diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi hênceta ku 3 milyon penaberan li Rojava bicih bike operasyonê pêk bîne û got: “Baş e, em bipirsin ew 3 milyon ji bajarên kurdan penaber bûne gelo? Dixwazin wan bicih bikin bila bibin li bajarê jê hatine bicih bikin. Ev plana dagirkirinê plana dixwazin herêmên kurdan bêkurd bihêlin û kurdan li wir tune bikin. Dixwazin bicihkirina penaberan demografiya Rojavayê Kurdistanê biguherînin. Plana dixwazin li vir bixin meriyetê plana sûcê mirovahiyê ye. Divê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû hêzên navnetewî li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘YEKÎTÎ PÊK WERE DÊ TALÛKE BERALÎ BIBIN’ 
 
Cîgirê Serokê Gitşî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Sedat Dogan jî destnîşan kir ku destwerdanek bi şer û xwînê dê tu encamê nexwe destê Tirkiyê û wiha got: “Divê li şûna vê yekê li ser formula jiyanek mirovane were avakirin. Di operasyonek muhtemel ku pêk were de wê sivîl bêwar bimînin. Bila her kes li warê xwe û di nava hev de bijîn. Têkoşîna esasî ew e jiyankirina bi hev re ye. Divê li dijî pergala ku dixwazin yekîtiya li wir parçe bike têkoşîn bê dayîn. Destwerdanek pêk were destwerdanek li dijî mirovahiyê ye. Heke hûn operasyonê pêk bînin jî hûnê kurdan çawa bextewar bihêlin? Ev operasyona dixwazin pêk bînin li dijî ehlaqê ye. Ev projeyek e. Rojava axa gelê kurd û gelên bi wan re dijîn e. Ev geşedanên tê texmînkirin wê ji bo ereb, kurd, fars û tirkan tu encamê bi dest nexe.” 
 
Dogan bal kişand ser grîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û heke kurd li Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin wê hemû talûkeyên li dijî kurdan bên beralîkirin. 
 
 

Sernavên din

09/10/2019
10:52 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir
10:48 'Butçeya ji bo şer divê ji bo pêşketina welat were xerckirin’
10:46 Senator Graham: Ji bo ketina Sûriyeyê we destûr negirtiye
10:28 Rêxistinên rojnamegeran: Heta TMK neyê guhertin dê rojnameger bên girtin
10:27 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Divê komkujiya 10'ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:04 Bozgeyîk: Divê gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin
09:48 Partiyên Kurdistanî li dijî şer banga yekîtiyê kirin
09:48 KCD: Li dijî şer dengê xwe bilind bikin
09:15 Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizê
Nexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min
09:11 Dadgeh: TMK, sînoran datîne ber azadiya fikr û ramanê
09:10 Xwişka Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de: Em dixwazin bijî
09:10 Kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû xera bûye
09:09 Bi mîtînga ku beşdar nebûyê hat tawanbarkirin û paşê hat îxrackirin
09:08 'Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne'
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
08/10/2019
23:17 Sewqiyata wesayîtên leşkerî ya ber bi binkeya leşkerî ve didome
23:09 Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin
16:27 23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî
15:48 Eşîrên Hesekê li dijî plana operasyonê ya Tirkiyê seferberî ragihandin
15:46 TJA'yê banga Yekitiya Neteweyî kir
15:36 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
15:18 'Alemê têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dît, lê we nedît'
15:05 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Ji şer re bêjin ‘na’
15:02 Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe
14:56 Ahmet Turk hişyar kir: Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibin
14:30 Ji Nobeta Demokrasiyê bangî CHP’ê kirin: Ji bo tezkereya şer bêjin na
14:27 Nerazîbûna li dijî operasyona eskerî: Operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e
14:15 Li Hezoyê 70 penaber hatin girtin
14:13 Ji bo xeta ser sînor sewqiyeta eskerî
14:04 Operasyonê Mîhricana Îsotan paşde xist
13:48 Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê hatin astengkirin
13:44 Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin
13:43 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:32 Barzanî têkildarî Rojava: Em pir bi fikarin
13:27 Nas: Pêdiviya wan bi şer heye
13:02 ESP: Em şoreşa Rojava biparêzin
12:37 Mazlûm Ebdî: Çav û guh lê kirina girtiyên DAIŞ'ê êdî pêşaniya me ya duyemîn e
12:17 Danişîna doza Parka Gezî dest pê kir
11:44 Pirsûsiyan: Ger operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema êrîşên DAIŞ’ê xerabtir bibe
11:27 8 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Banga bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat kirin
11:12 Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
11:09 Başkaya: Heta kurdan tev li hesab nekin nikarin li Rojhilata Navîn planan çêkin
11:02 Pekoz: Operasyon wê encamên xerab bi xwe re bîne
10:57 Kesê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê didome
10:51 Di manşetên rojnameyan de şerê Sûriyeyê: neçareserî û çirav
10:45 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive
10:11 Thornberry: Daxuyaniya Koşka Spî xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e
09:58 'Ajokar û plakeya maşîna zirxî ya Efe kuşt hêj diyar nebûye'
09:48 KCD'ê xwest hemû rêxistin û partî li dijî operasyona dersînor li qadan bertekên xwe bînin ziman
09:43 Polisan li Edeneyê 6 kesan binçav kir
09:42 Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL
09:23 Di bin navê 'bexş'ê de bi zorê pereyan ji ajovanan distînin!
09:22 Nobeta Av û Wijdanê di roja 75'an de ye: Têkoşîna ji bo jiyanê
09:20 Dayika Gûrbetellî Ersoz: Li tevahiya axa welatê xwe li wan digerim
09:19 'Erdogan ji bo qoltixa xwe êrîşî Sûriyeyê dike'
09:18 Li mehserên Licê duxan bi sîtilan ket
09:16 Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN
07/10/2019
19:21 Waliyê Rihayê ji şêniyên li 4 taxên Serêkaniyê xwest malan vala bikin
16:53 Hîllary Clînton: Biryara Trump îxaneteke dil xelandinê ye
16:40 Ji bo bîranîna GAR'a ya 10'ê Cotmehê bang
16:21 ÎHD: Divê mirina Nadîra Kadîrova bê ronîkirin
16:15 Ji ber kurdbûna xwe hatibû derpkirin rapora derbkirinê negirt
15:16 Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin
15:06 Ji bo Demîrtaş salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
15:00 Sarisaç: Tişta DAIŞ'ê nekarîbû bike Erdogan dixwaze bike
14:56 Dildarên Çiyayên Kazê wê di 10'ê Cotmehê de meşa xwe berdewam bikin
14:45 Nobeta Demokrasiyê 50 rojin dewam dike
14:00 Dundar: Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye
13:42 QSD: Piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê, rejîm bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da Minbicê
13:37 TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir
13:08 McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike
12:46 MKGP: Em rojnamegerên jin ên Kurd rêwitiya heqîqetê didomînin
12:45 NY: Em nizanin wê çi bibe
12:27 Gelê Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve dimeş e
12:18 KNK'ê banga seferberiyê kir
12:18 Pitika 3 mehî binçav kirin
12:16 Di çapemeniya cîhanê de bertekên li dijî vekişîna DYA'yê
11:57 Hêzên Koalîsyonê baregehên xwe yên Serêkaniyê vale kirin
11:43 Li Çinarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
11:41 Rayedarên Tirkiyeyê sînyala operasyonê dan
11:40 Koçalî: DAIŞ'ê li herêma Kurdan bicih nekin
11:22 Li Rihayê perwerdekaran 5'ê Cotmehê bi konsera Bajar pîroz kir
11:13 Duh ceyran û xaz, îro pir û rê zem kirin
11:12 Meclîsa Leşkeri ya Girê Spî: Ger Tirkiye peymanê binpê bike, em ê gelê xwe biparêzin
10:42 QSD: Êrîşên Tirkiyeyê wê bandorek mezin li îstikrar û şerê li dijî DAIŞ`ê bike
10:30 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -3
Bayrak: Ji bo komplo bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere
09:43 Der barê wekilê HDP’ê de fezekeya ‘moral û motivasyonê’
09:43 Serokê Baroya Mêrdînê yê nû hat hilbijartin
09:42 Mem Ararat konserek bêhempa li dar xist
09:42 Li Panosê zilamekî hevjîn û keça xwe kuşt
09:19 Welatiyên Amedê: Li şûna HDP’ê divê hemû dayik li ber Meclîsê kom bibin
09:15 Serokê JMO’yê Alan: Tedbîra jiyana însanan ne di xema pergalê de ye
09:15 Karkerên qeyûm dê û keça xwe dizek derketin
09:13 Navenda Jiyanê ya Jinan dest bi xizmetê kir
09:10 ‘Medya her dîmenê şidetê bikar tîne şidet zêde dibe’
09:09 Wekîla Elman Luhman: Qeyûm di rojeva Ewrûpayê de ne
09:08 Bijîşk Sayyigît ê hat îxrackirin: OHAL neqediyaye didome